ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-Çalakiya konvedanê ya Kongreya Îslama Demokratîk a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina gefxwarinên dagirkeriya Tirkiyê di roja sêyemîn de didome, saet 10:00. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê serasxiyê ji malbata şervanê QSD‘ê Macid Umer (Hemze) re dixwaze ku di pêngavên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li Dêrazorê şehîd bibû. Konê sersaxiyê li gundê Biyandor ê girêdayî bajarokê Hilwa tê vedan, saet 10:00. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-Şêniyên herêma Serêkaniyê û Dirbêsiyê cenazeyê şehîdê YPG‘ê Ehmed Îsmaîl El-Îsa li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Bekevirê vedişêrin, saet 17:00. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şehîd Hesan El-Rebî û Zeryan Cûdî a ji Kerkûkê li goristana Şehîd Xebat a Dêrikê oxir dikin, saet 17:00. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê der barê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê bi taybet li djiî jinan de, daxuyaniyekê li kampa Serdemê dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

- Xetertirîn çeteyên DAIŞ`î yê siwêsrî mîna ku dazgehên çapemeniyê yên cîhan û Siwêsreyê wesifandine di destê QSD`ê de ye. Ajansa me karî xwe bighîne wan çeteyan û tevlîbûna wan a DAIŞ’ê heya kêliya girtinê eşkere bike. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

- Hevserokatiya meclisa navçeya Serêkaniyê got, ew bi QSD`ê bawer in ku li hember gefên Tirkiyê bisekinin û tekez kir ku Tirkiyê gefan ne tenê li partiyekî yanî hin kesayetan d dixwe, lê belê tevahiya pêkhateyên herêmê tehdîd dike. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

- Malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî nerazîbûna xwe ji mudexeleya Tirkiyê di kar û barên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rave kirin û tekez kirin ku ew ê mîna zarokên xwe li berxwe bidin, vê axê bi parêzin û azadiyê ji gelê re pêk bînin. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

- Oldarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku pêwîste tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava bikin, erka xwe bînin cih, piştgiriya hêzên leşkerî bikin û herêmên xwe biparêzin. Oldaran îşaret pê kirin ku ji bo sekinandina li hember zêdegaviya Tirkiyê divê hemû bibin leşker. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-Ji 17‘ê Tîrmehê ve şêniyên kantona Kobanê li gundê Qeremox ê nêzî sînorê Tirkiyê-Sûriyê li dijî gefxwarinên Tirkiyê mertalên zindî çêkirine. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

HEVPEYVÎN

- MSD li ser navê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên dîplomasiyê dide meşandin. Di diyalogên ku bi hêzên derve re tên kirin de mijara sereke, gefên dewleta Tirk a dagirker in. Emîna Omar di diyalogan de helwestên ku li dijî gefan tên dayîn wek lawaz bi nav kirin û got “Hevkariya ku ji bo têkbirina DAIŞ’ê hat meşandin, divê niha jî berdewam bike, divê her kes li dijî gefan bi erka xwe rabe û zextê li Tirkiyê bike.” (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

POLÎTÎKA

- Şêxên eşîrên Sûriyê diyar kirin ku Bakurê Sûriyê herêmên herî bi ewle ne û teqez kirin ku ew nahêlin Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bibe. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

JIN

-Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi meşekê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê, di serî de li dijî jinan şermezar dikin, meş li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê tê organîzekirin, saet 19:00. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê ji sedî 70 projeyên sala 2019‘an pêk anîne. Ji wan projeya xetên avê û kanalîzasyonê û sererastkirina rêyan. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

- Komîteyên rewşên awarte yên girêdayî Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin kehrebeyê ji bajarê Dêrikê re bi rêya diyarkirina 10 ambîran ji her malakê re li gorî derfetan  peyda bikin. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-Gerînendeya Avê ya bajarê Hesekê ji bo kêmkirina zextê li ser stasyona Elok 10 bîr kolandin. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

ANHA


Mijarên Din