ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajar û gundewarê Hesekê cenazeyê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîd Dijwar dispêrin axê, saet 17:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Penabera ji bajarê Enbar ê Iraqê Xelfa Ezîz Hemed a di salên xwe yên 60‘î de ye bi rûyeke westiyayî di sûka kampa Holê de digere da ku pêwîstiyên ji zarokên xwe re bikire. Xelfa got:  "Em nizanin çima hikûmeta Iraqê bi şêniyên xwe ve mijûl nabe?. Penabereke din jî dibêje, hikûmeta Iraqê dest ji wan berda ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava salekê de gelek xizmet pêşkêş kir. Rêveberiya Xweser a bi 3 meclis û 7 rêveberiyan dixebite bi tecrûbeya xwe ya serkeftî û pêşeng dikarîbû gelek şandeyên navdewletî bi aliyê xwe ve bikşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Her şer û nakokiyek xwedî jeopolîtîk e û sedemên wê yên aborî hene, di encama van şeran de qurbanî û wêranbûn çêdibe. Ev ji bo bûyerên ku li ser xaka Rojhilata Navîn rû dide jî derbasdar e. Lê şerê gazî di navbera hêzên herêmî û navdewletî de kûrtir e. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Partiyên Ereb ên navçeya Tirsbespiyê destnîşan kirin ku pêwîste komîteyeke destûrî ku hemû pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de bihewîne were avakirin. Partiyan îşaret bi girîngiya diyalogên navxweyî  ku Sûriyê ber bi prosekeke siyasî demokratîk ve bibe kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekretêrê Partiya Roj a Demoratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Keno anî ziman ku yekîtiya refa Kurdî û avakirina lêvegereke siyasî li Rojava dê gelê Kurd ber bi aramiyê ve bibe û hêviyên wê bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Jinên Ciwan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê têkildarî rewşa siyasî û rewşa jinên ciwan semînerekê li pirtûkxaneya Mihemed Menla Xizêl a bajarê Minbicê dide, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên gundê Kelehêyê herêma Koçerat a Dêrikê bi çand, stranên floklorî û cilên kevneşopî, navdar in. Jinên gund jiyana xwe ya kevin bi stranan wesifand û derbasî nifşên bê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-6‘emîn Mîhrecana Kurteçîrokên Kurdî ya ji aliyê Yekitiya Nivîskarên Kurd- Sûriyê ve hatiye organîzekirin di roja duyemîn de li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo didome, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a Kobanê  di demsala havîn û zivistana îsal de gelek proje danî pêşiya xwe, gelê dê beriya zivistanî bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA