-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.
-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.
-Çalakiya greva birçîbûnê ya 30 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê di roja 6 'an de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Koçberên ji Serêkaniyê gotin ku bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ'ê li Serêkaniyê gaveke nû ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ye da ku DAIŞ'ê zindî bike û xwestin ku hesab ji dewleta Tirk were xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Malbetên şehîdan ên navçeya Til Hemîsê bang li dewletên cîhanê û yên garantor kirin da ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li ser Eyn Îsayê rawestînin û gotin, Eyn Îsa bi xwîna zarokên wan rizgar bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).
JIN
-Pêngava greva birçîbûnê ya jinên Reqayê ya ji bo piştgiriya têkoşer Leyla Guven û hemû girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-7 sal li ser qetilkirina her sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylrmez re derbas bûn, lê hîna sûcdarê rasteqîn ên ku ku jinên kurd ên têkoşer dike hedef, serbest e. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Navenda Jineolojî ku 3 salan ji ber dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyan hatibû girtin, dê sibe dîsa deriyê xwe veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).
HEVPEYVÎN
- Rojnamevan Bêrîtan Sarya destnîşan kir ku 22 sal û 3 meh cezayê ku li hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatiye birîn, berdewama konsepta dewleta Tirk a li hember jinan e û destnîşan kir ku Leyla Guven niha pêşenga gel e. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Siyasetmedaran diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê planeke navneteweyê ku Rûsyayê serkêşiya wê dike û gotin: "Armanca vê planê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev qut bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Siyasetmedarê sûrî yê serbixwe Îsam Ezûz got: “Dewleta Tirk li pişt tevgerên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên serweriya hikumeta Şamê ye. Ew dixwaze bi rêya rêxistina navdewletî ya Îxwan Mislimîn împeratoriya Osmanî vejîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Lîna Berekat êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe ya mirovî pêk bîne û piştgiriyê bide mafên gelê Sûriyê, her wiha lezê bide çareserkirina aloziya Sûriyê bi rengekî siyasî ku hemû aliyan beşdarî dayîna biryarê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIVAK Û JIYAN
- Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê di 2020’an de hemû hêza xwe ji bo piştevaniya beşa çandinî û geşkirina wê, da. Da ku rê li pêş asyonên nû yên pêşesazî û bazirganî yên 2021’an, veke. Li gel wê jî rewşa aborî û birêvebirina wê bi rêjeya ji sedî 50 baş kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Şêniyên Reqayê piştrast kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê û êlên wê de, sedema serkeftina projeya rêveberiya û leşkerî ye. Her wiha gotin, roleke mezin di têkbirina projeya dagirkeriya Tirk de dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA