ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Endamên rêveber ên saziyên Hesekê diyar kir ku dewletên kapîtalîst tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan girantir dikin, ji ber ku Ocalan nûneriya çandina Rojhilata Navîn dike. Her wiha destnîşan kir ku binpêkirinên têne kirin bi navê NATO’yê ne. Ji ber ku naxwazin herêm û gelên wê ji aloziyên bigirêk derxînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemîd Nasir daxuyand ku sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şûnwarên li kantona Efrînê berdewam in û bang li civaka navneteweyî kir ku lêpirsîna sûcdaran bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberê Buroya Ewqafê got: " Qutkirina ava Firatê li ser bi milyonan welatiyên Sûriyê, sûcekî mezin ê şer e, ku gelê Sûriyê hesabê wê dide. Divê civaka navnetewî der barê wê de helwesteke cidî nîşan bide û hesabê ji rejîma Tirkiyê bixwaze.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Têkildarî planên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê, rojnamevan Seyîd Evran got, armanca dewleta Tirk tunekirina kurdan û avakirina kembereke Osmanî ye wekî kembera Erebî ya ku hikumeta Sûriyê li herêmên Kurdan ava kiriye. Her wiha destnîşan kir ku di navbera hikumeta Iraqê, herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, hevpeymaneke veşartî heye. (BI WÊNE).

- Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û diyar kir ku ne dûr e ku dewleta Tirk a dagirker êrişeke nû li ser herêmê ruxmî tevahî peyman û garantiyan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên herêma Cizîrê got bêdengiya DYA’yê têkildarî bazarên ku dewletên garantor pêk tînin, metirsiyan çêdike û banga bilindkirina asta têkoşînê û berxwedanê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Her jinek di parastina mala xwe de xwedî şêweyeke taybet e. Behiya Sebrî jineke ku mala xwe kiriye şitilgeh û hemû cureyên şînkahiyan tê de çandiye. Ji ber hezkirina Behiya ji xwezayê re, navên gulan li keçên xwe kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên taxên Qidurbeg û Zeytûniyê yên Qamişloyê piştî qutbûna avê ji zêdetirî 20 rojan bi sedema derketina jeneratorên kehrebeyê li stasyona Hilêliyê ji xizmetê, azaran dikişînin. Her wiha Gerînedetiya Avê piştrast kir ku dê pirsgirêka avê çareser bike û avê ji şêniyan re dabîn bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA