ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Meclisa Mutehîtan a bajarê Qamişlo îro meclisekî di civînekê de li hola Zana ya bajêr hildibijêre saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya dibistanên bajarê Qamişlo pêşengehek bi navê şehîd Egîd Çîlo li dibistana Hitîn li taxa Rojava ya bajarê Qamişlo vedike saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dêrikê cenazeyên şehîdan Mahir Amed, Amara Rojhilat û Guneş Botan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin saet 14:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir dikin saet 12:30`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komeleya Oldaran a Helebê mizgefta El-Istîqamê li taxa Eşrefiyê vedike. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku beriya çend salan wêran kiribûn, saet 14:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hindek çavkaniyên agahdar, eşkere kirin ku istixbara Tirkiyê bi rêveberên Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) re civiyaye. Di civînê de istixbara Tirkiyê ji ENKS’ê xwestiye ku bi awayekî rûtîn raporan ji wan re rêkin. ENKS’ê di beramberî vê xwastekê de ji Tirkiye xwestiye ku hêza bi navê “Pêşmergeyên Efrînê” bipejirîne û destekê bide wan. Lê istikbarata Tirkiyê ev daxwaza ENKS’ê red kiriye.(BI WÊNE )

- Di mehên Adar û Nîsanê de asta binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê zêde bûne. Di encama topbaranê de hêjmarek sivîl şehîd bûn û hinek jî birîndar bûn. Tevî wê jî şênî girêdana xwe bi xaka xwe û berdewamkirina berxwedanê heya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran tekez dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dema ku çeteyên DAIŞ’ê Reqa dagir kirin, serdemek reş û tarî bi ser şêniyan re derbas bû. Şêniyên Reqayê di dirêjiya dagirkirina bajêr de gelek êş û azar kişandin. Malbatên Xisûn Mihemed El-Xelef û malbata Elî El-Hesen ku di wê serdema tariyê de bûn. Her du malbat dema taritiyê ji ajansa me re vegotin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê Hevalbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê yê şaxê Tebqayê Selam Hisên got, aloziya Sûriyê aloziyek siyasî ye û wiha axivî: “Divê berbijerkên leşkerî yên ku tevgera aştiyane berovajî dikin, werin dûrxistin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya bidawîbûna aloziya Sûiyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Di demekê de ku geşedanên girîng li tevahî Sûriyê û bi taybet li bakurê wê rû dide, mijara peyama sîstema parastinê S400 ya Rûsî ku Tirkiye dixwaze bikire ketiye rojevê. Dibe ku ev yek di demên pêş de herêmê ber bi suprîzeke leşkerî ya giran ve bibe. Hin agahî hene jî dibêjin ihtîmal heye Tirkiyê vê peymanê taloq bike. Ji bo ku hevalbendê xwe yê sereke di NATO de yanî Amerîkayê razî bike. An jî çareseriyeka ku her du aliyan razî bike peyda bike. Lê rêveberiya DYA‘yê vê yekê bi ti awayan qebûl nake û bi israr e ku divê Tirkiye biryar bigre an li cem wî yan jî li cem Rûsya yê be. Tirkiyê jî neçar maye ku ji van her du berbijêran yekê hilbijêre, yanî yan S400 (Rûsiya) an jî F 35 (Amerîka).

JIN

- Elîfe Reşîd di 50 saliya xwe de fêrî xwedin û nivîsandinê dibe. Piştî ku ew derfet jê re peyda bû û vegerî daniştokên xwendinê. Elîfe xewna ku xeyal dikir û bawer nedikrin ku pêk bîne, anî cih.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê kurtefîlmek girêdayî jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji şêniyên Helebê re li ber avahiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêşkêş dike saet 18:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Tebqayê 4 hezar û 850 metre xetên kanalîsyonê û zêdeyî 13 hezar û 500 metre xetên avê nû kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA