ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Girkê Legê û Til Koçer cenazeyê şehîd Yûnis Kemal ji gundê Henewiye ber bi Goristana Şehîdan a Til Koçer ve oxir dikin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên Tirbespiyê ji bo şermezarkirina lêkirina dîwarê li Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirk ve dimeşin. Meş ji ber navenda Kongreya Star a navçeyê destpê dike saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku dagirkirina Tirkiyê herêmên Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê ji aliyên qaûnî, gelêrî û exlaqî ve binketî ye. Her wiha diyar kir ku Tirkiyê li pêşiya vedîtina çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê astengiyek e .(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê êla El-Henade Îbrahîm Îsa diyar kir ku komxebata êlan gavek ji bo yekkirina refên êlan ên li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û berxwedana greva birçîbûnê jî didome û diyar kir ku gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz dê ji bo azadkirina fizîkî ya Ocalan tê bikoşin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê êla El-Cewale û rûspiyê êla Fexiz El-Cudan a qebîleya Şemer tev li Komxebata Êlên Sûriyê bibûn diyar kirin ku komxebat ji herêmê re  serkeftina herî mezin e, ji ber ku tevahiya çînên Sûriyê tê de beşdar bûn û yekrêziya refa Kurd û Ereb, biratiya gelan û sekinandina li rex QSD`ê îsbat kir.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Mihemed Baqî Hesen diyar kir ku roj bi roj hejmara çalakgerên greva birçîbûnê zêde dibe û heke daxwazên çalakgeran pêk neyên, wê ev grev li hemû cîhanê belav bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirk berê îdia kir ku ew ji bo parastina sînorên xwe dîwarê lê dike, lê îro bi armanca qutkirina Efrînê ji Sûriyê dîwarê lê dike. Şêniyan bang li dewletên derve kirin ku mudexele bikin û nehêlin Sûriyê parçe bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Qamişlo diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin berdewam e tevî hevdîtinên wî bi parêzeran re. Her wiha tekez kirin ku siyaseta Tirkiyê ya bidawîkirina grevên çalakgeran bi binket.(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinên Sûriyê bi koordîneya Buroya Rêxistinkirina Jinan panelek siyasî bi navê Pirên Hêviyê li hola El-Tac a li navenda bajarê Reqayê organize dike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya Kongreya Star li Şêxmeqsûd a Helebê bi serdana endamên sazî û partiyên siyasî didome.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Efrînê de û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe .(BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê panelek hunerî bi navnîşan "Rola wêjeyê di civakê de" li pirtûkxaneya Mihemed Mele Xezîl organize dike, saet 11:00‘an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Reqayê bang li Şaredariya Gel kirin ku lez bidin xebatên qîrkirina rêyan, ji ber ku ji ajokaran re bûye astengiyek mezin. Şaredariyê jî sedema derengmayîna bidawîkirina xebatê vegerandin rewşa hawayê ya îsal. (BI WÊNE Û DÎMEN) .

ANHA