ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulwehîd Îbrahîm li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin. Şêniyên herêma Reqayê sersaxiyê ji malbata şehîd Mustefa El-Xelef re yê di operasyonên tinekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê de şehîd bû, dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Melevan Resûl girîngiya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn, Sûriyê di nav de destnîşan kir û got: "Fikrê Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Her kolanek ji kolanên (20) yên beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê şahidiya berxwedanê şêniyan a li gel şervanan kir û her kolanekê navê xwe ji bûyerên dîrokî ku derbas kirine, girtiye. Kolana ragihandin (Ilam) yek ji sembolên wê berxwedanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endama Meclisa Serokatî ya MSD ya Buroya Helebê Fehîma Hemo  got, li rojava heta rojhilat Tirkiyê bûye dewletek bi tenê û nayê qebûlkirin, her tim hewl dide li rêyekê bigire da ku xwe xilas bike. Fehîma anî ziman ku diyalogên siyasî ku nûnerên gel neyên beşdarkirin aloziyê çareser nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Dengbêjê gel ê Efrînî Selah Berîm, bi sedan stran li ser dîrok, xweza û berxwedana Efrînê çêkirine û gotine. Di stranên xwe de soz dide ku Efrînê nahêle. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA