ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Rewşenbîrên kantona Kobanê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şeremzar kir û gotin, azadiya Ocalan gava yekemîn a çareserkirina krîzên li herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinek DAIŞ`î ku di kampa Holê de dimîne bi qîr digot: "Eger hûn me û hevserên me yên li cem Hêzên Sûriye Demokratîk girtî ne bernedin em ê hemû tişt bişewtînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji 3‘yê Hezîranê ve heta niha hezar û 136 kes ji kampa Holê derketin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ahmet Turk got: “Siyaseta ku dewleta Tirk dide meşandin, xitimiye. Ez bawer dikim ku gel di demeke nêz de dê vê siyasetê biguherîne.” (BI WÊNE).

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê destnîşan kir û wek çareseriya tekane ya ji bo rêgirtina li pêşiya komployên ku hebûna gelê Kurd û mafên wî yên rewa dikin hedef, bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên erebî yên di hefteya derbasbûyî de hatibûn çapkirin, mijarên wekî agirbesta nû ya li Idlibê şopandin û wekî muhletekî ji Rûsya ji bo Enqere bi nav kirin da ku Tirkiyê şertên tinekirina (Heyet Tehrîr El-Şam û (Hikûmeta Enqazê) pêk bîne. Li aliyekî din jî aliyên Tirkiyê texmîn dikin ku dê Davudoglo li dijî Erdogan defterên terorê veke. (BI WÊNE).

JIN

-Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê li klubên taybet senevîzyonan têkildarî binpêkirinên dagirkeriya Tirk dide pêşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera duyemîn a damezrandina Meclisa Jinên Sûriyê, şaniyek li hola Zana ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama rêveber a Rêveberiya Jin a Tebqayê Zehre El-Hemedê got: "Komxebata jinên êlan gelek girîng bû, ji ber ku jinan rolên xwe di aştî û lihevkirina civakî de û sekinandina li hember dijminan tekez kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Navaroka fîlma kurdî yê bi navê `Çawa dijî` ji nakokiyên fikrî û bandora wê li jiyana kesên besît hatiye çêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Lihevanînê ya herêma Serêkaniya du malbatan, ji eşîra Qoqiyan a Kurd û Eşîra Tey a Ereb li hev tîne. Nakokiya di navbera herdu malbatan de 40 sal dewam kirbû. Lihevanîn li avaniya Meclisa Gel a Serêkaniyê pêk tê, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a bajarê Reqayê xebatên sererastkirina rêyan li bajar û gundan didomîne. Li gorî rêveberan şaredariya heta niha ji sedî 50 projeya sererastkirina rêyan pêk aniye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Hesekê li bajarokê Deşîşê yê navçeya Şedadê navendek tenduristiyê û stasyona zelalkirina avê vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA