ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Emîna ya 70`ê salî du caran bi rêber Abdullah Ocalan re civiya û di wê demê de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Emîna 30 sal ji temenê xwe dide xeta berxwedan û têkoşînê û dema bi şehîd Sakîne Cansiz re jî  dicive xurtir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên ji Serêkaniyê gotin: "Dewleta Tirk a dagirker ji roja yekemîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê ve çeteyên DAIŞ'ê li malên me bi cih dikin. Armanca wê hêviya şêniyan a vegerê qut bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Medyaya civakî ji rêbazên şerê taybet e ku li dijî gelan tê meşandin, nemaze piştî ku telefonên destan derbasî hemû malan bû. Li aliyekî din jî sîxûr di radeya pêşîn a xeteriyê de ye ku gefan li têkbirina civakê dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Ji fermandarên QSD'ê Çiya Firat geşedanên dawî li Eyn Îsayê nirxand û got:  " Şervanên QSD 'ê bajarokê Eyn Îsa diparêzin û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de tê rêve birin. Me Eyn Îsa radestî rejîma Sûrî nekiriye. Beşek ji artêşa rejîma Sûriyê li wir heye, di eniyên pêş de heye. Lê ev nayê wateya ku me bajêr radestî wan kiriye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li Heleb, kantonên Hesekê û Qamişlo bi pêşengtiya Kongreya Star çalakiyên bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan tên lidarxistin, saet 13:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên bajarê Dêrikê li Qereçoxê bi daxuyaniyekê şehîd Sakîne Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anîn, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beriya 7 salan yek ji kadroyên damezirîner ên tekoşîna azadiyê ya jinên Kurd û PKK’ê, Sakîne Cansiz (Sara), li paytexta Fransayê Parîsê, li kolaneke herî qerebalix a bajêr, nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) ji hêla îstixbarata dewleta Tirk MÎT’ê ve li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hatin qetilkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ciwan ê ji Qamişloyê bi armanca rakirina adet û kevneşopiyên paşverû ku jinan ji siwarkirina biskilêtan qedexe dike, her wiha ji bo teşwîqkirina bikaranîna biskilêtan, însiyatîfa "Biskilêtekî dixwazim" dan destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Melak Rîbah got: "Leyla Guven sembola jina azad û pêşengitiya hemû jinan e. Her wiha meşeleya ku rêya jinên Dêrazorê ronî dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA