ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Paritya Sûriyê ya Pêşerojê kongreya xwe ya yekemîn a bajarê Qamişlo li hola Zana li dar dixe, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hunermend û rewşenbîrên herêma Cizîrê hunermend Mihemed Şêxo li ser gora wî bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Efrînê yên ku neçar mane ber bi kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawayê ve koçber bibin, ji ber dorpêça ku rêveberiya dewleta Sûriyê, topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Şehba û navçeya Şêwara şertên dijwar dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevî êrişên rojane yên li ser gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê şênî girêdana xwe ya bi xaka ve tînin ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Lêkolînerê Akademiya Parîsê yê Jeopolîtîk Feysel Celûl got: “Stratejiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li bakurê Sûriyê gelek zaîf e. Erdogan dixwaze hêzek ereb islamî li ser axa Sûriyê ava bike da ku li hember Kurdên Sûriyê şer bike. Yanî şerekî navxweyî sûrî-sûrî li ser axên stratejîk li Bakur û Roljhilatê Sûriyê orgenîze bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm got: “Dewletên ku Kurdistan dagir kirine, bi  hemû rêbazan doza Kurd derbe bikin. Kesên ku ji yekîtiya netewî direvin nûnertiya gelê Kurd nakin, divê gel hesab ji wan kesan bixwaze." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Kobanê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên serokê dewleta Sûriyê yên derbarê înkarkirina Kurdên li Sûriyê dan û gotin: “Ev daxuyanî dikevin xizmeta dijminên Sûriyê û xizmeta ewlehiya li herêmê nake.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

Mihemed Şêxo yek ji hunermendên ku êşa gelê xwe û azarên koçberiyê di nava stranên xwe de vegotiye. Mihemed Şêxo beriya 31 sal çû ser dilovaniya xwe û niha bûye sembola hunera Kurdî. BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJILATA NAVÎN

Avakirina hikûmeta Iraqê heta asteke dûr bi girêk e,  ji ber ku ne tenê girêdayî pêşbirka di navabera hêzên Iraqê yên li ser erkan de ye. Di heman demê de li qada siyasî ya Iraqê nakokiyên xurt di navbear gelek hêzan de hene. Em zêdetir zelal bikin, nakokî di navbera 3 aliyên sereke yên derve û hundirîn de ne. (BI WÊNE).

ANHA