ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09 -04-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê Semîr Ferdon Elî got: “Madeyên ku di dezenfektekirina bajaran de hatine bikaranîn, xwedî kalîteyên cîhanî ne. Xebatên dezenfektekirina bajar dê heya bidawîbûna qedexeya derketina derve bidomin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zeydan El-Asî hişyarî da ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bikin û got: “Ev êriş xebatên rêveberiyê yên li dijî Koronavîrusê asteng dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêwekar Ednan Şerbawî bi desteka Rêveberiya Sivîl  a Demokratîk tabloyên girêdayî hişyarkirina li dijî Koronavîrûsê li ser dîwarên kolanên bajarê Minbicê xêz kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA