​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şehîd Fîras Serdar li Goristana Şehîd Xebat Dêrik dispêrin axê.  Saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Ciwanan a bakurê Sûriyê bi dirûşmeya ‘Ji dagirkeriyê re na û şermE ji kujerên her sê têkoşerên Kurd’ li Kobanê meşek girseyî li bajarê Qamişlo lidar dixe. Meş ji Çarxerêya Şehîdên Intersyonalîst saet 10:00`an destpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mamoste û pisporê zanista civakî yê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim got: “Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, tecrîdkirina fêkirê wî yê demokratîk e. Ku dê fikrên wî civaka Rojhilata Navîn azad bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberê Dayîreya Şûnwaran a kantona Hesekê Ednan Berî ji şandeyên şûnwaran xwest ku ji bo parastina cihên dîrokê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi berpirsiyarên xwe rabin. Her wiha piştrast kir ku parastina şûnwaran parastina dîroka mirovahiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Serokê Yekîtiya Parêzerên Reqayê Meşleb Tirkan got: “Dewleta Tirk bi rêbazên cuda şerê gelê Sûriyê dike, yek ji wan jî qutkirina avê li ser Sûriyê ye. Tirkiye alaveke herêmiye ku dewletên mezin wî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bikar tînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rûspiyê êla El-Benî Seba ya ji qebîleya Tay a Ereb, Ehmed Dihêman gefên dewleta Tirk ên li ser erdnîgariya Sûriyê şermezar kir û got: “Divê dewletên Ereb rola xwe bilîzin û rê li pêşiya firehkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin. Tirkiye ne tenê ji bo Sûriyê, heman demê de ji bo hemû welatên Ereb xeteriye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Dayîka Uwêş bi rêya zarokên xwe Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Jiyana xwe kir oxira xizmeta tevger û têkoşeran, heta jiyana xwe ji dest da. Dayika Uwêş ji jinên Ereb ên yekemîn e ku di salên 90’î de bi Rêber Abdullah Ocalan bawer kir û weke jinek welatparêz gelek xebat meşandin. Bi çalakiyên xwe yên siyasî û civakî cudawer bû. Her wiha keça wê Canda di rêya têkoşînê de şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a Şedadê bi bihayên guncaw, bi sarincan avê li şêniyan belav dike. Li aliyekî din Şaredarî hewl dide xebatên xwe yên sererastkirina stasyona ava Şedadê bidawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA