ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ`ê civînekê bi rûspî, nûnerên partiyên siyasî û şêniyên navçeya Şedadê re li dar dixe, saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyê wê "Mertala Firatê" ji roja ragihandina serkeftina QSD‘ê li dijî DAIŞ‘ê ve êrîşên xwe yên li ser gundên Babê yên rizgarkirî zêde kirin û destnîşan kir armanca vê yekê destekê bibin şaneyên veşartî û ewlehiyê herêmê têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û çalakvanê siyasî Elî El-Emîn El-Siwêd destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk dê bi zanabûn destê xwe deyne ser parêzgeha Idlibê û bal kişand ku yekîtiya gelê Sûriyê tekane rêya misogeriya mafê wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê 26 hezar jinên DAIŞ`î dimînin. 36 komên cuda xebatê di nava kampê de dimeşînin. Komeleyên herêmî û rêxistinên ji gelek aliyên cîhanê, rewşa malbatên DAIŞ’ê paşguh dikin. Ya xeternak jî fikra DAIŞ’ê ya di nava malbatê wan de heye, xetereya belavbûna firka DAIŞ’ê zêdetir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Êzidî yên kantona Efrînê destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ`ê hovantirîn sûc û binpêkirin der heqê jina Êzidî de pêk anîn. Jinan banga avakirina dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- "Ew strana min e jin, Helbestên zeytûnê û Rozelîn", bi van navnîşanan du helbestvnên jin bi sedan helbest li ser berxwedan û jinê hûnandine û gelek xelat ji Kovara Helbest û Wêjeyê ya Rojava wergirtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşeger a Sûriyê şaxê kantona Efrînê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtîgehên Tirkiyê û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyekê li Kantona Şehbayê li dar dixe, saet 14:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gerînendeya Av û Toreyên Kanalîzasyonê ya Reqayê ji zêdetirî salek û nîv li gel derfetên heyî xebatên sererastkirina toreyên av û toreyên kanalîzasyonê dimeşîne.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama barana îsal de gelek ziyan gihiştin hilbirînên çandiniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA