ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê nexweşxaneya Wetanî ya giştî piştî sê salan  ji nû ve vedike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê li Goristana Şehîd Mehmûd Time tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin şermezar dike saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rûniştandina biryara Erka Xweparastinê civînekê lidar dixe saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji bo şermezarkirina lêkirina dîwarê parçebûnê li Efrînê şêniyên Qamişlo meşek ji ber çarxeriya Şehîdan lidar dixin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêxê êla El-Berîc Emîr El-Xabûr destnîşan kir ku dewleta Tirk bi riya binpêkirinên xwe hewl dide herêmên dîtir ji xaka Sûriyê dagir bike. El-Xabûr tekez kir lêkirina dîwarê parçebûnê li Efrînê planek ji bo qutkirina Efrînê ji Sûriyê û tevlikirina erdîngariya Tirkiyê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Dirbesiyê yên ku beşdarî Komxebata Êlên Sûriyê bûne gotin encamên komxebatê erênî bûn. Her wiha destnîşan kirin ku komxebat asta hevgirtin, hêza gelê Sûriyê û baweriya wî bi rêgeza jiyana hevpar diyar kir. Komxebat jî wek nameyek biryardar e ji tevahiya aliyên dijberî projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tirkiye bi riya sînorên xwe yên ne rewa bi herêmê re hewl dide bi rêbazên nû êrîşî herêmê bike. Tirkiye bi riya madeyên hişbirê yên ku derbasî herêmê dike çîna ciwanan dike hedef.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê gotin dewleta Tirk Ocalan dîl girt ji ber ku Ocalan aştiyê ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn re dixwaze. Şêniyan tecrîda girankirî ku li Ocalan li girtîgeha Imraliyê hatiye ferzkirin şermezar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Roj bi roj rastiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê eşkere dibe. Şahidên ku karîn ji Efrînê birevin wê rastiyê pişt rast dikin. Di nav de şêniyê bi navê R.S. ê ku zêdetirî carekê tê girtin û neçar dimîne pere bide ji bo ku serbest berdin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Çalakiya Kongreya Star a Helebê bi dirûşmeya ‘Em ê tecrîdê bişkînin û neteweya demokratîk ava bikin’ di roja ya 5`an de ji bo piştgiriya berxwedana çalakgeran didome.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevser û dayîkên şehîdan ên Reqayê banga avakirina dadgehên navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin da ku çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Xebatên Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêşxistina ware çandiniyê berdewam in. Komîteyê kanalên avdanê yên sereke û şaxî bi rêjeya ji sedî 80 sererast kiriye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA