ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Li bajarê Kobanê li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê meşek li Qada Jina Azad destpê dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxiyê ji malbatên şervanê QSD‘ê Ebdulwehîd Îbarhîm re dixwazin ê li Dêrazorê li pêngava li dijî şandeyên veşartî yên DAIŞ‘ê de şehîd bibû, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx Ebdulrehman El-Reşîd El-Hemîd anî ziman ku eşîreyên herêmê destekê didin çareseriya aştiyane ya ji bo pirsgirêka Sûriyê û got: "Dem dema ku alozî bi rêbazên Ocalan bê çareserkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkeriya Tirkiyê di çarçoveya polîtîkeyên guhertina demografiya Efrînê de 60 hezar kes ji malbatên çeteyan ên li Idlibê li Efrînê û deverên Şehbayê ku dagirkirine, bi cih kirin. Bi vê yekê hejmara kesên hatin bicihkirin gihiştiye 64 hezar kesî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya derbasbûyî de şerê di navbera hêzên rejîmê û komên çete de li gundewarê Hemayê gûr bû, Îsraîl û Îran ku di nava aloziyê de ne, li Colanê nameyên topbaranê didin hev, li Sûdanê jî artêşê êrîş bir ser çalakgeran, her wiha artêşa Lîbyayê balafireke bê mirov a Tirkiyê xist xwarê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Niyazî Hamîd destnîşan kir ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê sîxuriyê bi pêş dixe û komên cerdevan ava dike û got: “PDK`ê planên dewleta Tirk ên dagirkirin û bicihkirina çeteyênIdlibê li herêmên Başûrê Kurdistanê bi cih tîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Komîteya Lêkolînên Jinelojî ya herêma Firatê di nav 3 mehan de gelek semînerên girêdayî pênasekirina jinan bi karên wan, waneyên li ser jinelojî organize bike û planên pêşerojê deyne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA