ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê, Girê Spî  û Serêkaniiyê yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-Çalakiya konvedanê ya Kongreya Îslama Demokratîk a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina gefxwarinên dagirkeriya Tirkiyê di roja duyemîn de bi dawî dibe , saet 10:00. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

- Pêkhateyên bajarê Qamişlo bersiva dagirkeriyê ya di bin navê “Herêmê Ewle” de, dan û gotin: “Herêmên me ewle ne. Xwîn bigîhişê çokê jî, em ti carî rê nadin ku dagirkerî derbasî axa me bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di civîneke veşartî de ku di navbera dewleta Tirk û ENKS û muxalefeta Sûriyê de hatiye li darxistin de tê îddîakirin ku, herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bê dagirkirin û piştre jî serweriya herêmê radestî ENKS’ê bê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jina DAIŞ`î B.A. erkên cuda di nav şaneyên DAIŞ`ê de anîne cih. Di vê dawiyê de xwe amade dikir ku êrîşên terorîstane di sibeha cejna Qurbanê de li Qamişlo pêk bîne. Lê bi serneket û hate girtin. Jina DAIŞ’î di lêpirsînê de aliyên ku li paş van êrîşan e eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şexmeqsûdê ya bajarê Helebê gotin: “Armancên gefên dewleta Tirk ên bi hinceta parastina ewlehiya sinorê xwe, berfirehkirina berjewendiyên xwe yên li Sûriyê ne. Em ê jî li dijî gefên Tirkiyê li rex şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Boruya Karûbarên Olan û nûnerê Mala Êzîdî Cibêr Cindo diyar kir ku Tirkiye hebûna Kurdan, bi taybet a Êzîdiyan hedef digire û wiha got: “Piranî komkujiyên ku Êzîdî tê re derbas bûne bi destê Tirkiyê ne. Divê Êzîdî li dijî gefên Tirkiyê bisekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎLKA

- Endamê rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Xebat Mihemed got: “Herêma “ewle” di vê pêvajoyê de divê li gorî şertûmercên gelên herêmê  û di bin parastina NY`î de be.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser got: “Çi siyaset an jî hevpeyman bêyî beşdariya nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bikevin, dê kêm bimînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rayedarekî Partiya Aşûrî ya Demokratîk a şaxê Sûriyê got: “Pêwîst e herêma"ewle" di bin parastina navdewletî de be û ne Tirkiyê. Ji ber dîroka Tirkiyê tijî komkujî ne. Em bawer nakin ku dê tiştekî erênî li herêmê biafirîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Gefxwarinên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mekanîzmeya berdewama qirkirina etnîkên din ên li herêmê ye. Armanca gefan êrîşên li ser demokratîkbûyînê ye. Taybet li hemberî pêkhateyên Sûriyê ne. Dixwazin dîsa li ser pêkhateyan komkujî, koçberkirin pêkbînin û demografiya herêmê biguherin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Desteya Aborî û Çandinî 8‘ê Tebaxê wekî roja dawî ya wergirtina genim ji cotkaran re diyar kiribû. Desteyê eşkere kir ku dê miqdarê radestî aş û bankên çandiniyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA