ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo hejmarek şehîdên Berxwedana Serdemê konê sersaxiyê li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûd vedigire, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê ji malbatên şehîd Mistefa Ebû Zîlan Dûdyanî û Elî Ebû Şêro yên li Til Eranê re sersaxiyê dixwazin, konê sersaxiyê li kampa Berxwedan tê vedan, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Karwan li goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gorî şopdarên rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê "Hebûna Rûsya li herêmê şeklî ye û nebûye garantorê agirbestê." Gelek alî Rûsya tawanbar dikin ku li ser hesabê gelê Sûriyê bi dewleta Tirk re disekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- PDK bûye amûreke dewleta Tirk a parçekirina civaka Kurd. Penaberên wargeha Mexmûrê ya ku sal û nîveke ji aliyê PDK`ê ve hatiye dorpêçkirin, dûr nabînin ku PDK êrişên nû li dijî wargehê pêk bîne. Mexmûriyan bang li gel, hêzên siyasî, akademisyen û rewşenbîrên Kurd kir ku li hemberî PDK`ê helwest nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Xelef Necar ê 5 caran bi rêber Abdullah Ocalan re civiyaye li ser zimanê wî wiha dibêje:"Ji ber hevgirtineke me tune ye, dê komployên li dijî gelên me berdewam bikin. Ji ber vê divê em yekitiya partiyên kurdî yên siyasî û gelê herêmê çêkin, da ku em bi ser bikevin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi armanca piştgiriya manewî û teşwîqkirina li ser domandina perwerdeyê, Kongreya Star a Helebê bawernameyên serkeftinê li zarokên baxçeyên "Kulîlkên Pêşerojê" bilav dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zelal Amed ku hevrêya Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan e, têkoşîna her sê jinan wiha vedibêje: "Ew bûne pirek ku têkoşîna azadiyê ya jinan û nasname, helwest û armancên şoreşgerî yên jinan veguhast sedsala 21’emîn.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan û êrişên dawîn ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên koçberên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dewleta Tirk  dagir kirine, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê red kirin û diyar kir ku armanca dewleta Tirk koçberkirina şêniyên navçe û dagirkirina wê ye, mînaka wê jî Serêkaniyê û Girê Spî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li gorî texmînan, tevgerên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker û zêdebûna sewqiyetên wê bi hewldana ku rê li ber operasyoneke leşkerî ya hikumeta Şamê li Idlibê bigire ku baregeha dawî ya çeteyên wê ye. Di heman demê de da ku derbarê Eyn Îsayê de fişarê li Rûsyayê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Erdogan bi rêya daxuyaniyên xwe propagandaya doza filistînê dike û dixwaze xwe weke rizgarvanê vê dozê nîşan bide. Lê li aliyekî din li gorî daxuyaniyeke Erdogan têkiliyên bazirganî û yên istixbaratê di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de qut nebûne. (BI WÊNE).

- Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser çalakiyên çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê, berjewendiyên dewletên kendava erebî û bûyerên li Washingtonê. (BI WÊNE).

CIWAN

-Tevgear Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê kantona Şehbayê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser herêma Efrînê meşekê li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA