ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê xwe Hesen ê ku di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Til Temir û Dirbêsiyê de şehîd bû, li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda xwe ya sereke li bajarê Hesekê bi merasîmekê vedike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên koçerber ên ji herêmên Silûk û Şergirakê yên ji aliye dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin kiryarên dermirovî vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demên dawî de li bajarê Idlib û gundewarên wê, şerên giran di navbera hêzên dewleta Sûriyê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de rû didin. Koçberek ku ji Idlibê xwe spartiye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje: "Lihev bikin an şer bikin di encamê de sivîl dibin qurbanî." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Siyasetmedar û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got: “Ji ber ku gelê Sûriyê di nav xwe de lihev nakin û hinek ji wan girêdayî hinek aliyên derve ne, aloziya Sûriyê kûttir dibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Analîzvanên siyasî derbarê rewşa Lîbyayê de got: “Hedefên sereke yên destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê plana serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ku kualîsyonek Îxwanî li bakur Afrîkayê ku ji Lîbyayê de dest pê bike û bi serkêşiya Tirkiyê be, ava bike. Da ku bakurê Afîgakyê dagir bike.” (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a bajarokê Mergeda yê kantona Hesekê sererastkirina du pirên li aliyê rojhilat û başûr rojhilatê navçeyê ku 100 gundî bi hev ve girê didin, bi dawî kir. Şaredarî amadekariya pêkanîna projeyên zimetgûzarî yên nû dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê hemleya çandina daran daye destpêkirin. Rêveberiyê got: “Pêwîste dar werin parastin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA