ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2020’AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina çalakî û xebatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

- Rûspiyên eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: “Armanca êrişên li dijî kesayetên sembol ew e ku herêmê ber bi şerekî mezhebî ve bibin û di navbera QSD û eşîran de fitneyê derbixin. Em xwedî aqil in û bi baldarî nêzî şerê li hemberî fitneyan dibin.” (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîskar û rojnamevan Malvan Resûl got: “Têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan rewa ye û ne li dijî biryar û pîvanên NY  ye. Komîteya pêşîlêgirtina tundî û êşkenceyê CPT, bi erka xwe ya li hemberî sûcên ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne kirin, ranebû.” (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatên şehîdan dan zanîn ku zarokên wan ji bo parastina erd û rûmeta xwe, xwe feda kirin û ne ji mafê kesî ye ku bi xerabî wan li ser wan biaxive. Her wiha destnîşan kirin ku yên hewl didin QSD`ê reş bikin, mayîndekirina çeteyên DAIŞ`ê armanc dikin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Şervanên ji eşîreya El-Bocamil a Dêrazorê gotin: "Aliyên derve bi rêya hedefgirtina şêxên eşîrên wan, hewl didin wan li dijî QSD`ê sor bikin." (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Hêzên hikumeta Sûriyê bi desteka Rûsyayê şandina sewqiyatên leşkerî ber bi eniyên gundewarên Idlibê ve zêde kir. Li aliyekî din artêşa Tirk sewqiyatên leşkerî dişîne herêmê û behsa operasyoneke leşkerî tê kirin. Gelo pêşketinên li herêmê ber bi ku ve diçin? (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid îşaret bi hebûna şaneyên girêdayî rejîma Sûriyê û Tirkiyê kir ku yekser hewl didin tevlîheviyê di nava eşîran de derbixin. El-Ebid derxistina fitneyê di navbera eşîran de wekî şêwazekî şerê taybet ê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hesiband. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîskar û lêkolînerê siyasî Deham Setam got: “Gelek alî hene ku hewl didin fîtneyê bixin navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  projeya neteweya demokratîk û baweriya di navbera gel û QSD’ê de derbe bikin.” (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Wekî her carê îro jî Lubnan dabeşî du beşan bûye. Tîma yekê daxwaza komîteyeke lêpisînê ya navnetewî der barê teqîna perava Beyrûtê de dike. Tîma din jî wê yekê red dike bi behaneya "Aramnca daxwazê wendakirina rastiyê ye", doza lêpirsîneke hundirîn dike.

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên bajarê Hesekê bang li şêniyên ku li gorî tedbîrên xweparastina ji Koronvîrusê tev nagerin kir ku mijarê bi cidî bigirin û li gorî wan tev bigerin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Sûka Fatora ji kevntirîn sûkên li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamilo ye. Sûka Fatora di sala 1932’an de hat avakirin. Piştî avakirina Sûkê bi 5 salan hat topbarankirin.  Hikumeta Sûriyê navekî Erebî lê kir, lê hê jî heta niha  taybetmendiya xwe parastiye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî  4 salan dîsa nexweşiya tagirtina çêlan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket. Her wiha gelek xwediyên çêl û golikan zirar ji vê nexweşiyê dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA