ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Li navçeya Sirîn a kantona Kobanê salvagera yekemîn a damezrandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tê pîrozkirin, saet 11:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Minbicê pêşbirkeke maraton ji bo xwendekarên dibistanan re organîze dike, pêşbirk ji Çerxerêya Sebai Behrat a heta Çerxerêya Şeriya ya rojavayê bajêr ye, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Cemal El-Sibêyî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê êla El-Berîc Mihemed Nûr El-Zîb destnîşn kir ku ciwan û rûspiyên herêmê dê li rex QSD`ê li dijî her gefan bisekinin û dê bi hev re şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê tine bikin. Mihemed Nû El-Zîb got: "Divê dewletên Ewropayê hemwelatiyên xwe yên tevlî DAIŞ`ê bûne werbigirin û wan darizînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin gotin, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina DAIŞ’ê gelek şehîd dane û wiha gotin: “Ji ber wê divê çeteyên DAIŞ`ê yên ku li gel QSD`ê girtîne, di dadgehek navdewletî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk ji bo siyasetên xwe yên nijadperest û dagirkerî li dijî herêmê pêk bîne destê xwe daniye ser jêderên çemên ku di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibin. Di encama avakirina bendavan û binpêkirina hevpeymanên navdewletî girêdayî birêxistinkirin û parvekirina avê de, bandorên neyînî li herêmên Bakurê Sûriyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang xwedîderketina li çalakgerên greva birçîbûnê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a Efrînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyeya piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê li navçeya Ehrisê ya Şehbayê dest pê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li herêma Cizîrê nirxên goşt û sebzeyan bi awayekî balkêş bilind bûne. Ji ber wê şênî bang li aliyên têkildar dikin ku mudexele bikin û buhayan kontrol bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Qineyê dest bi çandiniya şitilên sebzeyan di malên plastîkî de kir. Piştî meheke din dê ew şitil werin danîn û êdî gel dikare dest bi firotina şitilên xwe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA