ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Fesîh Osman û Ebd Ewad li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Til Birak ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser qadên Parastina Medyayê, herêmên Başûrê Kurdistanê, herw wiha binpêkirinên wê yên li Efrînê meşek tê lidarxistin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Efrînê ya ji aliyê leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker sûc û zulm li pêşberî civaka navdewletî didomin. Li gel bêdengiya navdewletî Rojane sivîl têne kuştin, revandin û talankirin tênkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzerên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku ew ti biryarên girêdayî darizandina çeteyên DAIŞ`ê  derveyî xaka Sûriyê qebûl nakin û gotin divê çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin, ji ber ku hêzên herêmê DAIŞ`ê tune kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Werzîşê ya girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê turnuveya fotbolê ya "Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê" destpê dike, turnuve dê heta 24‘ê Hezîranê dewam bike, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêjeya genimê ku tê embarê navçeya Eyn Îsayê nêvî derbas kiriye. Aliyên têkildarî bang li cotkaran kir ku hilbirînên xwe yên genim bibin embarên Şerkerakê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, bi hevkariya Komîteya Çandiniyê yekemîn şîtilgeh ava kir da ku erdên ku nehatine çandin biçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda kirîna genim a Minbicê ya girêdayî Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dest bi wergirtina hilberînên genim û ceh ji cotkaran kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- HPC‘ê ya bajarokê Zerganê ya kantona Hesekê ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewetan dewriye û bendên kontrolê zêde kirin, di heman demê de bi foca agirkujê re jî dibe alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA