ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê merasîma ragihandina nasnameya şehîd Ibrahîm Eşûn bi nasnav Çekdar Amanûs û şehîd Mîdya Ibrahîn bi nasnav Ronahî Zîlan li qada 7 Şehîdan organîze dike, saet 19:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa navçeya Til Hemîsê bi rûspî û êlên navçeyê re li navenda çandî dicive da ku geşedanên dawîn li herêmê nîqaş bike, saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku derengmayîna avakirina dadgeha navnetewî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê xeteriyek gelek mezin e û wiha got: “Avakirina dadgehê wê çareseriyê jî bi xwe re bîne. Avakirina dadgehek wiha wê peyamê bide cîhanê giştî ku wê tu carî teror bi ser nekeve.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Doktorê zanistên aborî Haşim Zîbarî destnîşan kir ku Tirkiyê sûd ji jêderên xwezayî yên ku DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê kontrol kiribûn, digirtin û got: Bi hilweşîna DAIŞ`ê re buhaya lîreya Tirkiyê jî kêm bû.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Apê Ismaîl roja xwe bi rûniştina li hemberê gundê xwe Cilbirê yê dagirkirî derbas dike. Apê Ismaîl nikare nêzî darên xwe yên zeytûnê jî bibe. Lê bawer dike ku bi yekitiya gelên herêmê dê dagirkerî bi dawî bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Mamosteyê qanûnê yê zanîngeha Parîsê Dominique Anschope rave kir ku pirsgirêka DAIŞ`ê bi vî awayeî dirêj nake. Ji aliyê xwe ve parêzer Luqman Ibarîm teqez kir ku gefên Tirkiyê prosesa kontrolkirina çeteyên girtî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng dike. (BI WêNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê meşek bi meşaleyan organize dike, saet 19:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Ciwanan a bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina  êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê meşek organize dike, saet 17:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Pêşengeha "Bangawaziya Şaristaniyê" piştî 4 rojan bi daxuyaniyekê ji hêla Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrînê ve li hola Kampa Serdemê deriyên xwe digire, saet 15:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Pirtûkxaneya navenda Çandê ya bajarê Reqayê ya di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de hatibû talankirin û şewitanin carek din vedibe û heta niha 7 hezar pirtûk kom kiriye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Di demeke ku hejmara şêniyan li herêmê zêde bûye kêmbûnek di aliyê hin alavên tenduristiyê yên nexweşxanyên bajarê Kobanê hene.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Cotkarên pembo yên herêma Reqayê hişyarî dan ku eger Komîteya Çandiniyê miqdara semad û dermanan kêm bike, dê zirarên mezin bighêjin hilberînê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Miqdarên genim û ceh ên ku Rêveberiya Xweser di navendên xwe de wergirtina gihaştin 500 hezar ton. Ji aliyekî din ve rêveberiya kirîna hilberîna ceh di navendên xwe de di asta 160 hezar ton de rawestand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên bajarokê Mebrûka ya girêdayî herêma Serêkaniyê daxwaz ji aliyên peywendîdar kirin ku pirsgirêka kêmbûna nan çareser bikin. Hevserokê şaredariyê soz da ku dê vê pirsgirêk were çareser kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di guhertina şebekên kanalîzsyonê yên kevn bi yên nû dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA