ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiya mertalên zindî yên şêniyên Serêkaniyê ya kantona Hesekê di roja sêyemîn de didome. Tê payîn ku şêniyên navçeya Dirbêsiyê çalakiyê dewr bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rejîma Sûriyê ambarogeyeke giran li ser kantona Şehbayê didomîne. Her wiha pereyên zêde li ser derbasbûnên daneyên xwarinê, tibî û sotemeniyê yên ji kantonê re ku bi deh hezaran şêniyên kantona Efrînê lê bi cih bûne, ferz dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Dêrikê ji bo şehîd Zinar Botan, Vejîn Zagros û Serhildan Cûdî sersaxî tê xwestin. Merasîmê sersaxiyê li navenda Ciwanan a Şehîd Bawer tê lidarxistin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê têkoşer Heqî Qerar ê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîdan a gundê Ehrasê ya kantona Şehbayê vedişêrin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji malbata endamê TEV-DEM‘ê Şukrî Xalid Umer ê di sala 2014‘an di girîgehên Rejîma Sûriyê de ji ber êşkenceyê şehîd bûbû, sersaxî tê xwestin, konê sersaxiyê li ber mala şehîd tê vedan, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Reqayê tekez kir ku xweparastin erkeke dikeve li ser milê hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û divê hemû ciwanên wê tev li Akademiya Xweparastinê bibin, da ku parastina herêmên xwe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Delal Xelîl got, Meclisa Îslamî ya Tirkiyê berpirsê yekem ji gefên Tirkiyê ne, ji ber ku destekê dide Erdogan di gefên wî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxên eşîrên Ereb bang li penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê kir ku vegerin herêmên xwe yên rizgarkirî. Şêxên eşîran diyar kir ku ew herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin çavdêriya Tirkiyê de red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Mihemed Cemîl Xelîl got, çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rakirina tecrîda li ser Ocalan, pêkan e. Mihemed Cemîl bang li Tirkiyê kir ku li siyasetên xwe vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolîner û pisporê kar û barên Tirkiyê Xorşîd Delî destnîşan kir ku tevgerên Tirkiyê di herêmê de di çarçoveya hewldanên Erdogan ên xilasbûna ji Peymana Lozanê û vegera li Mîsaka Millî de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di reşnivîsa belgeya siyasî ya Însyatîfa Kongreya Netewî ya Kurdistanê de hatiye diyarkirin; "Şerê navxweyî Kurdî- Kurdî sûcekî netewî ye, ji bo serxistina hewldanên lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê divê xebat were meşandin. Rizgarkirina Efrînê erkên serke yên têkoşîna gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişlo der barê gefên Tirkiyê de daxuyaniyekê li ber parka 19‘ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo dide, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li sûka Mergede pêşwazîkirineke baş ji hêla şêniyên bajarok û gundewarên girêdayî wê ve çêbû. Ji ber ku tevahî pêdivî lê peyda dibin. Şêniyan ji aliyên têkildarî xwestin ku bihayan kontrol bikin ji ber ku bazirgan nirxên li sûkê li gor dolar diyar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Girkê Legê berhemên projeyên baxçeyên sergirtî daketine sûkên navçeyên û yên bajarê Qamişlo. Tê gotin ku berhem rojane derdora 5 heta 10 tonan dadikevin sûkan û beşek mezin ji pêwîstiyên herêmê bi cih tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA