ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Arêtşa Tirk a dagirker lêkirina dîwarê qutkirinê di navbera kantonên Efrîn û Şehbayê de didomîne. Di nava 6 mehan de 3600 meter dîwar lêkiriye.

-Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, tekez kirin ku çembera rejîma Sûriyê, vîn û berxwedana wan naşikîne û gotin: “Em bi çandiniyê, li dijî siyasetên dorpêçê disekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê, têkildarî daxwaza dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmên rêveberiyê axivî û wiha got: “Lihevkirinên li ser mekanîzmeya ewlehiya sinor, dilê Tirkiyê rihet nekir. Em vegera  penaberan qebûl dikin lê mijara bicihkirina wan li herêmên rêveberiyê, red dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Kobanê bang li partiyên siyasî yên Kurd kirin ku yekîtiya Kurdan çekin û wiha gotin: “Eger partiyên Kurd nûnertiya me dikin, bila bibin yek. Da ku destkeftiyên Kurdan li hember gefan biparêzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Di çarçoveya pêngava "Em bûne yek em bi serketin, em ê li ber xwe bidin ta biparêzin, na ji dagirkeriya Tirk re" de Meclisa Jinan a Minbicê civînekê ji bo danasîna Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji endamên jin ên saziyên Rêveberiya Sivîl re li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê li dijî gefên dagirkeriya Tirk çalekeyeke protestoyî li sûka Muxetayê ya navenda bajêr li dar dixe, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevjînên şehîdan ên herêma Efrînê di çarçoveya pêngava Kongreya Star a li dijî gefên dagirkeriya Tirk de, meşekê li kampa Serdemê li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Akademiya Şehîd Sara Selman a Minbicê, jinên ku di saziyan de kar dikin, bi dîroka jinê dide nasîn. Akademiyê ji 10’ê Tîrmeha 2017’an heta niha 453 jin, perwerde kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrecana Elwan "Rengan" a zarokên Reqayê ya li dibistana Satai El-Hesrî ya ji aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêxistina Enma El-Kerama ve hatiye organîzekirin wê were şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşma "Bi rihê şehîd Zîlan û Egîd û bi hunera azad em ê rêya rizgarkirina Efrînê xêz bikin" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pêşengeheke wênesaziyê bi navê "Kêliya Berxwedanê" li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê organîze dike, pêşangeh dê du rojan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Piştî ku dewriyeyên hevbeş li herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de geriyan, bi çend saetan Erdogan dîsa gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Vê carê jî Erdogan niyetên xwe yên dagirkirina herêmê eşkere kirin.

- Tirkiye, li Sûriyê bû sedema sereke ya çêbûna qeyran û astengkirina aştiyê û hîn jî di karê xwe de berdewam e. Pêwîste gelên Sûriyê, Tirkiyê baş nas bikin. Berbirsyarê yekemîn ê hilweşîna Sûriyê, belavbûn û êşkişandina gel dewleta Tirk e. Ger hilweşandinên ku Tirkiyê dane çêkirin, alîkariyên ku daye çeteyan û sûcên ku kirine werin eşkerekirin, wê nikaribe xwe ji darizandina sûcên ku li dijî mirovahiyê kirine, xilas bike.

CIVAK Û JIYAN

- Çavdêrên li xebatên qîrkirina rêyên li navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku 2 hezar û 50 km3 qîr ji dema destpêkirina qîrkirina rêyên li navçeyê, amade kirine. şaredariyê rêya sereke ya ku diçe bajarê Hesekê û hin rêyên şaxî qîr kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA