ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, meşekê bi beşdarbûna şênyên gundên Xinêz û Kaltayê yên Reqayê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriya Pêşerojê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê konê çalakiyê li qada Şehîd Destîna ya beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê vedigire, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo şehîdekî Asayîşê merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Reqayê gotin: "Êrişên li ser Eyn Îsa, azadî û ewlehiya tevahî gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji alozî û nekokiyên Rojhilata Navîn çareseriya yekane ye û got: "Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya rêbertî divê têkoşîn were xurtkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star bi diruşmeya  "Na ji dagirkerî û qirkirinê re.. em ê jin û jiyanê biparêzin" panelekê li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rola jinan di pergala hevserokatiyê de sedemek bingehîn e ku Rêveberiya Xweser di çaksazkirina civakê de û damezrandina hevsengiyek di hemû qadan de rolek pêşeng bilîze. Tu pergalên demokratîk wekî vê pergalê nikare bandorê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan ku dewleta Tirk hewl dide împratoriya Osmanî vejîne û got: " Lê dîrok bi paş de venagere û ber bi pêşerojê ve diçe, divê dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê were têkbirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Şamê bi zihniyeta xwe ya dûrxistin û redkirina diyalogê bi hêzên nîştimanî yên Sûriyê re, rê li pêşiya destwerdanên derve, jihevxistina mûzaîka civakî û dagirkirina herêm vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Eşref Ebû Hol destnîşna kir ku Amerîka qebûl nake ku têkiliyên Qeter ên bi dewleta Tirk û Îranê re berdewam bikin û got ku dê Dewha hêdî hêdî îxwanan ji xaka xwe derxe da ku, ji ku dixwaze di lihevkirina erebî ya çaralî de bimîne. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, civînekê ji Tevgera Ciwanên Şoreşger re li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa bajarokê Rûbarya ya bajarê Qamişlo bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê pêşangeheke kardestiyan vedike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Saziya Kar û Barên Olî ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi restorekirina mizgefta mezin a çeteyan DAIŞ'ê veguherandibû baregehek, kir. Rêveberên saziyê diyar dikin sererastkirina mizgefta kevnar hewceyê destûra UNESCO'ê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama derengmayîna barîna baranê û bilindbûna bihayên êmê pez de, li sûkên pez ên Reqayê tevgera kirîn û firotanê rawestiye. Ev yek jî ji bo xwediyên pez û bazirganan metisî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê ya li dijî êrişên Tirkiyê kir û gotin ku yekitî û hevgirtina pêkhateyan hêz û dê serkeftinê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA