ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê kongreya xwe ya yekemîn a bajarê Hesekê li xwaringeha Nuxba li dar dixe, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi merasîmekê cenazeyên du şehîdên QSD‘ê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê tên veşartin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxiyê ji malbata şehîdê QSD‘ê Hesen Xeraba (Egîd) re dixwazin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê şahiyekî li dibistana Şehîd Mustefa El-Beger li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Roja 11`ê Adara 2014`an endamên Şaredariya Gel bajarê Qamişlo li avahiya şaredariyê kom dibin da ku civîna xwe li dar bixin. Ji nişkeve dengê teqînan hatin bihîstin, çeteyan êriş kirin, di encamê 11 endamên şaredariyê şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên ji bejarê Etaribê yên berê dane taxa Şêxmeqsûdê îşaret kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra li dijî wan binpêkirinên hovantirîn pêk anîn û bal kişandin ku rewşa jiyana li wir krêtik e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Şêrawa tevî topbarana artêşa Tirk a dagirker û dorpêça hêzên rejîmê girêdana xwe ya bi xaka xwe ve û vegera li warê xwe kir destnîşan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-3 sal li ser damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê re derbas bû.  Rêveberiyê di her qadan de kedek mezin da meşandin û bû  nimuneya rêveberiyek sivîl ku çavên tevahiya gelê Sûriyê û koçberên wê lê zivirîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, heta niha vîrûsa korona li herêmê nehatiye dîtin. Bijîşkên pispor jî ji ber vê nexweşiyê hişyarî dan û gotin pêwîst e şênî xwe biparêzin û tedbîrên hişyariyê bînin cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA