ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Malbatên şehîdan gotin: "Zarokên me di oxira azadiyê û yekîtiya gel de xwe canê xwe feda kirin. Divê partiyên siyasî yên Kurd, berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyetî yên teng bidin aliyekê û yekîtiyê çêbikin. Ji ber ku yekîtiya netewî daxwaz û xewna zarokên me yên şehîd in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî erka xwe, azarên koçberên Serêkaniyê û gundewarê wê roj bi roj zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

Li Lîbyayê  bûyer bi lez rû didin. Çavkaniyan destnîşan kir Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê amadekariyan dike da ku derbasbûna paytexta Lîbyayê Terablusê bibe. Ji aliyekî din ve Tirkiyê û hikumeta Wîfaq û çeteyên Sûriyê tevgerên xwe li herêmê zêde kirin . Gelo çi li wir diqewime? (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Her dema ku hewldanên yekîtiya Kurdan tên dayîn, xewa dewleta Tirk a faşîst direve û planên qirêj dikevin meriyetê. Ji xwe ji dema ji Asyayê hatine Enedolê heta niha siyaseta ku dane meşandin ev e. Ji bo ku cihên ku ketine dagirkeriyek mayînde pêk bînin, ne tenê li hember Kurdan li hember hemû gelên herêmê ev siyaset meşandine. (BI WÊNE).

JIN

- Hunermend Nesrîn Botan, têkoşer Mizgîn bi bîr anî û got: "Di kesayeta têkoşer Mizgîn de wêneya jina Kurdistanî ya azad diyar dibe. Têkoşer Mizgîn a xwedî xusûsên jina şoreşger a ku bi deng û hunera xwe cihê xwe di dilê milyonan de çêkir û bû pirek ji bo hunera Kurdî ya resen." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Dêrazorê piştgiriyê dide projeyên koperatîfên çandiniyê. Heta niha hinek projeyên ku ji ber biryara qedexeyê li paş mane, temam kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-`Konên ji çîmento` di rastiyê de ne konin, lê ji ber ku çadir hatine vedan şêniyên herêmê jêre dibêjin kon. Li gorî şêniyan ev kon di sivikkirina barê wan de rolek giring dilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Kobanê yekem car werşeyek çêkirina pêlavan bi tecrubeyên xweser û amûrên besît tê vekirin. Ev werşe dê di kêmkirina buhayên de bilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA