ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-08-2022

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê şedîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi bîr tîne, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxiyê ji malbata şehîd Mihyedîn Gulo re dixwazin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya rasthatina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê şahiyekê li navenda xwe li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên herêma Firatê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kesayeta welatparêz Ehmed Hemo anî ziman ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema Pêngava 15`ê Tebaxê ye û îşaret pê kir ku têkoşîna li dijî faşîzmê, xala hevbeş a di navbera vê şoreşê û pêngavê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di hevdîtina Pûtîn û Erdogan a li Soçiyê de, Sûriye mijareke sereke ya bazarê bû. Di demekê de ku li ser pirsa gelo pêkan e Rûsya bixwaze li Sûriyê Şamê û Enqereyê nêzî plansaziyeke hevbeş bike û ev yek ji bo aliyên li Sûriyê tê çi wateyê, Hamîde Rencuzogullari got Pûtîn naxwaze li herêmê çareserî pêk were. (BI WÊNE).

- Endama rêveber a Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku hedefkirina zarokan ji aliyê dewleta Tirk ve binpêkirina qenûna navneteweyî û mafên zarokan e û bang li hêzên garantor ên herêmê kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin û dawî li dagirkeriya Tirk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Riyad Derar destnîşan kir ku zêdebûna êrişên dewleta Tirk li ser herêmê encama lihevkirinên di civînên Soçiyê de pêk hatine. Her wiha got, dibe hevkariyek di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de li dijî Rêveberiya Xweser hebe û eşkere kir ku ew li ser asta navneteweyî gelek hewldanan dikin lê kesek tu tiştî nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çarçoveya rewşa awarte ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ragihandiye de, bi sedan şêniyên kantona Kobanê beşdarî perwerdeyên destwerdana lezgîn bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo diyar kirin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo misogeriya serkeftina li hemberî dagirekriya Tirk fikirê neteweya demokratîk û şerê gel ê şoreşgerê esas girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Hikumeta Şamê hewl dide ku desteka giştî ji ser benzînê rake bi rêya bilindkirina nirxê wê bi rêjeya ji sedî 130 ku cara sêyemîn e wisa biha dike. Lêkolînerekî aborî hişyarî da ku ev biryar dê sûka reş çalaktir bike. Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê veguheriye hikumeteke komkirinê ne hikumeteke xizmetan û hewl dide kêmasiyên xwe bi rêya berîkên sûriyan derbas bike.

ANALÎZ

- Yûsif Gulo ku mezinê malbateke xizan, qelebalix û welatparêz bû, di encama êrişeke bi balafirên bêmirov a dewleta Tirk a faşîst de li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê di 9'ê Mijdara 2022'yan de tevî 2 neviyên xwe di erebeyekê de hate qetilkirin. Di encama êrişeke bi balafirên bêmirov de hat ragihandin ku neviyekî wî yê din bi namerdî hatiye kuştin. Dewleta Tirk a faşîst careke din êşek bi malbata Gulo da kişandin. Êdî ew ne tenê malbatek e, rastiya Kurdistanê bi xwe ye. Ew mirovekî mezin û mezinê malbatekê bû ku herî zêde şehîd dane û bi xwe jî gihaştiye şehadetê û nemir bûye. Lewma jî divê careke din apê Yûsif Gulo were bîranîn.

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Şaredarî û Xizmetguzariyê ya Dêrazorê dest bi avakirina hawizê paqijkirina û depokirina ava vexwarinê kir ku dê avê ji zêdetirî 10 hezar kesî re dabîn bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA