ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê merasîmê xiyabî yê 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê li yarîgeha navçeyê li dar dixe, saet 10:00‘an .(Bi WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên Ewlekariyê yên taybet bi kampên malbatên çeteyên DAIŞ‘ê zehmetiyên rêgirtina li pêşiya belavbûna fikrê DAIŞ‘î û eşkerekirina kesên li pey bûyerên qetilkirin û isyanên di kampê de dikşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê komkujiyên ku artêşa Tirk li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin şermezar kir û banga hesabxwestina ji Tirkiyê û xistina wê di lîsteya terorê de kir.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Eyn Îsayê îşaret bi rewşa ewlehî û debarê kirin û gotin, tevî hewldanên çeteyan ên koçberkirina şêniyan lê rewş aram e û hêzên ewlekariyê soza parastina navçeyê û ewlehiya şêniyan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Hêzên Natora û Sotoro yên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sîstema ewlehiyê dikin hedef û got “Bi yekitiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn armancên wan naçin serî.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîrên kantona kobanê komxebateke siyasî li bajêr li dar dixin, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê-Qamişlo li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê panelekê derbarê rewê û yekîtiya kurdî de li dar dixin, Kesên amaje bikin Ehemed Silêman, Xerîb Hiso û Mistefa Meşayîx, saet 15:00‘an. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şandeyek ji meclis û şêniyên kantona Girê Spî li baregeha fermandarên Rûsî ya li navçeya Eyn Îsayê bi fermandaran  re civiya. Şandeyê di civînê de name û daxwazên koçberan pêşkêşî aliyên Rûsî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Senherîb Birsûm diyar kir ku rejîma Sûriyê bi kiryarên xwe hewldana derxistina nakokiyên di navbera pêkhateyên herêmê de dike, her wiha bang li eşîrên ereban kir ku balder bin, rewş û pêşerojê baş bixwînin û wiha got, QSD`ê hêzeke neteweyî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Desteya Rêvber ê PYD`ê Ehmed Xoca got, ji ber hevpeymanên di navbera dewletên ku Kurdistan dagirkirine, Kurd bi proseyên qirkirinê re rû bi rû ne û got tekane rêya derketina li dijî gefên derve yekîtî  ye.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Kobanê ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke meşeleyî li dar dixin. Meş ji qada Jina Azad a bajêr dest pê dike, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevgera Ciwanên Şoreşger û saziyên Rêveberiya Xweser şahiya xelatkirina şagirtinên ji zarokên şehîdan li dibistana Becedelî ya bejahiya Şedadê li dar dixin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî bajarê Girê Spî û bejahiya wê bi hezaran malbat koçber bûn, jêdera debara wan nema û donimên ku jêdera debara şêniyên Girê Spî bû beyar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zêdetirî hezar û 50 xwendekarên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberbûne û li kampa Waşokanî bicihbûne, bendawarên berdewamkirina xwendina xwe ne. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê soza vekirina dibistanê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-“Heke hêzeke me ya ku bikare cîhanê jî bin bixe hebe, em ê êrişî kesê nekin, lê heke hemû cîhan bibe yek û bi ser me de were jî em ê ji mafên xwe yên parastina rewa qet tawîzan nedin.” (BI WÊNE).

ANHA