ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê Hêzên Xweparastinê Mihemed Xalid El-Sibahî dixwazin saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdên Efrînê yên ku di berxwedana Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê şehîd bûne, bang li avakirina dadgehek navdewletî li bajarê Kobanê kirin. Her wiha gotin bi saya fedekariyên zarokên wan çeteyên DAIŞ`ê têk çûn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku beşdarî pêngavên rizgarkirina Dêrazorê bûne û bi alên serkeftinê vegerin nuqteyên xwe tekez kirin ku ew amade ne tavhiya xaka Sûriyê ya dagirkirî rizgar bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Musena Ebdulkerîm got: "Piştî bi dawîbûna DAIŞ`ê, Bakur û Rojhilatyê Sûriyê bûye nuqteya nakokiya di nav bera Tirkiyê û Amerîkayê de. Israr Tirkiyê di berdewamkirina peymana kirîna pergala Rûsyayê de tê wateya derketina wê ji NATO`yê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nivîskar û rojnameger Salih Dimîcir got siyaseta Amerêkayê rewşa hundirîn ya Amerîkayê xistiye ewlewiya xwe. Her wiha tekez kir ku li Amerîkayê hemû dixwazin hevalbendê xwe yê Kurd di çareseriyê Sûriyê de biparêze.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Kantona Efrînê destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê dê bi derketina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê destpê bike. Her wiha bang li dewletên cîhanê kirin ku piştgiria xwe bi QSD`ê re ji bo tunekirina terorê bi awayekî dawî berdewam bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya Kongreya Star a Kantona Efrînê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê berdewam e. şêniyên her du navçeyên Til Rifet û Şêrawayê nobetdariya çalakiyê dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Navenda Baqî Xiso ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê mersîma bîranîna dayîka Ewêş dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê organizekirin saet 13:00`an.( BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVA Û JIYAN

-Şaredariya Gel a Reqayê hemleya çandina daran di 15`ê Adarê de destpê kir. Di hemleyê de dar li hejmarek kolanên sereke yên bajêr û çarxeriyên sereke mîna El-Neîm û El-Idîxar têne çandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji tinebûna aliyên teknînkî û çavdêriyê toreyên rêyan veguherîn kortan. Tê gotin ku ji bo çareserkirinê projeye bi 42 milyar l.s heye(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA