ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şênyên Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Diyar Xerîb li Kampa Berxwedan dikin saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gel bêdengiya navdewletî û herêmî li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê, dagirkeriya Tirk lêkirina dîwarê parçekirinê li gundên navçeya Şêrawayê fireh dike, ji keleha Semanê destpê dike û dighêje deriyê sînor Bab El-Selame bi dirêjahiya 70 km. Tirkiyê lêkirina dîwarê parçekirinê di çarçoveya plana ku yekitiya xaka Sûriyê dike hedef pêk tîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker nahêle karkerên Şaredariya li Dirbêsiyê girtina kanalîzsyonên nêzî sinor sererast bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdên Kobanê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê rabe serhildanê. Malbatên şehîdan şehîdkirina endamê fermandariya KCK’ê Diyar Xerîb ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat şehîdkirin, şermezar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Pisporê qanûna navdewletî Mehmûd Batil dibîne ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Rojhilata Navîn de tecrubeya herî pêşketî ye. Batil diyar kir ku ew ji tevahiya gelên têkoşer re mînakek e û got: "Şoreşek li dijî peyman û planên ku der heqê gelan de têne mohr kirine." .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ferhad Hemo destnîşan kir ku mijara Idlibê ji mirjarên herî gur ên dosyaya Sûriyê ye, ji ber ku hejmarên mezin ji terorîstan li wê herêmê kom bûne. Hemo diyar kir ku her gurkirinek bandor li prosesa siyasî ya Sûriyê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê holeke sporê ji bo lîstikên bedenî yên tekekesî û lîstokîn hêzê piştî rawestandina wê 10 salan, vekir. Komîteyê ji bo tomarkirina navên jinan rojê 4 seat diyar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVA Û JIYAN

-Şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê hîna zehmetiyê ji bandorên rûxandinê ku çeteyên li taxê pêk anîn, dibînin, rêjiya rûxandin gihaşt ji sedî 80, jê malên şêniyan û binesaziya wê jî rûxiya, di demeke ku rewşa aborî ya şêniyan û derfetên kêm ên şaredariyê têrî sererastkirina wê nake.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariyên Gel a gundewarên rojhilatê Reqayê ji destpêka ketina demsala havînê dikaribû gelek projeyên xizmetguzeriyê ji şêniyan re pêşkêş bike, di demeke ku komîteya rêveberiya herêmî û şaredariyan a meclisa sivîl a reqayê, pere pêşkêşî her şaredariyekê kir ku bi wê yekê gelek projeyên xizmetguzeriyê li herêmê hatin avêtin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA