ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Pêşengeha wêneyan a "Kêliya bexwedanê" ya li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li Helebê ve hatiye organîzekirin, dê were şopandin, saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya kampa Holê bi rêya projeyên perwerdehî û ahengan, hewl dide îdolojiya tundraw a DAIŞ‘ê tine bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin, dorpêça ku rejîma Sûriyê li dijî koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ferz kiriye, li dijî qanûnên navdewletî yên parastina koçberan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Endamê koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hediye Yusif balkişand ser ku Tirkiyê bi rêya bicihkirina turkmenan li Efrînê hewl dide Efrînê ji Sûriyê qut bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Erdogan îdia dikir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser ewlehiya Tirkiyê  ya netewî xeteriyek in û ruxmî ku gelên herêmê ketine ferqa nerastiya wan îdiayan lê dîsa jî makenîzmeya ewlehiyê li ser sînor qebûl kirin û gotina gelêrî ya erebî `li dû derewker heya paş derî biçe` pêkanîn. Ji ber wê lihevkirina Washington, Enqere û Hêzên Sûriye Demokratîk girêdayî makenîzmeya ewlehiyê hat.

CIVAK Û JIYAN

-Rêveberiya giştî ya kampa Mehmûdlî, hemû koçberên li kampa Tiwêhêniyê veguherst kampa Mehmûdlî yê. Hêjmara malbatên li kampê zêdetirî hezar û 300 in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kargeha Lurbe tûrên xêş, pêdiviyên Herêma Cizîrê ji tûran tevî astengiyan, peyda dike. Rêveberiya kargehê niha projeyên zêdekirina(duqtkirina) berhema kargehê lêkolîn dike, da ku pêdiviyên tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û derxîne derve jî.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Minbicê xwedîkirina mirîşkan kêm bûye. Destpêkê li herêmê zêdetirî hezar cihên xwedîkirina mirîşan hebûn, niha tenê 200 mane. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Stasyona paqijkirina avê û kanalîzasyonê ya li bajarokê Mensûra yê li rojhilatê Tebqayê bi nîvê enerjiya xwe dixebite. Ji ber ku gelek alav jê kemin û rojê tenê 8 saet elektirîkê digire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA