ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê rewşa siyasî ji şêniyan re dinirxîne, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê bi boneya salvegera sêyemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê semînerekê li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî êriş û şer di navbera artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê û QSD'ê de yên derdora du mehan berdewam kir, di du rojên dawî de li eniyên şer ên derdora bajarê Eyn Îsayê bêdengî hebû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena destnîşan kir ku vebijêrka wan, berxwedan û parastina herêmê ye. Hena helwesta Rûsya ya li hember êrişên dewleta Tirk rexne kir û got: "Bêdengiya Rûsya, dewleta Tirk teşwîq dike ku êrişên xwe bidomîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bêdengiya Rûsya ya li hemberî topbarana dewleta Tirk a li ser baregeha wê ya navçeya Til Temirê fikarên sivîlên ku rêya M4 bi kar tînin, zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Dayik û hevjînin şehîdan ên Reqayê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina konferansa xwe de, civîna xwe ya salane li dar dixin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd got ew bi çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê vê nameyê didin "Her çiqasî ku zext hebin em ê berxwedana xwe bidomînin, da ku projeya xwe ya demokratîk temam bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a ku destekê dide DAIŞ'ê bi operasyonên xwe yên qirkirina siyasî armanc dike ku mafê azadiyê biçewisîne û demokrasiyê bêdeng bike û got çawa gelê Bakurê Kurdistanê piştgirî da berxwedana Kobanê ew ê jî piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li şûna ku biryaran ji bo berjeweniya gelê Sûriyê bigire û jiyaneke birûmet peyda bike, hikumeta Şamê dem demê biryaran dide  ku barên welatiyan girantir dike, hegemonya wê zêde dike û kontrolkirina hêzên alîgirên wê li ser aboriya Sûriyê zêde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo piştgiriya berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konê çalakiyê li Hesekê û Qamişloyê vedigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi diruşmeya "Çand giyan, wijdan û hafîzeya gelan e", Komîteya Çand û Hunerê û Nivîsgeha Şûnwaran a Hesekê pêşangehekê li devera dîrokî ya Nabada ya bajarokê Til Beyderê vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Werşeya Kardesteyan a bajarê Qamişlo jinan di warê karê destan de perwerde dike. Her wiha hewl dide çanda herêmê biparêze û derfetên kar ji jinan re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Efrînî bi hêviya vegera li warên xwe berxwedana xwe didomînin û diyar dikin ku birêxistinbûn rêya tekane ya rizgarkirina kantona wan a dagirkirî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Eşîra El-Meşhûr li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, piştgiriya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re nîşan da û destnîşan kir ku eşîrên Ereb tu altarnatîfên cûdayî Rêveberiya Xweser qebûl nakin û QSD'ê nûnertiya wan a rewa di qadên navneteweyî de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA