ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Çalakiyên bi wesîleya slavgera Serhildana 12‘ê Adarê dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê dê cenazeyê şehîd Muslim Korçî (Zinar Amed) li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir bikin, di merasîmê de nasnameya şehîd Xelîl Osman (Êrîş Efrîn) û Îbrahîm Îsmaîl (Gîvara Efrîn) dê were ragihandin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi wesîleya salvegera sêyemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê mîhrîcana duyemîn a werzîşê li dar dikeve, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şahidek serhildana Qamişlo ya 2004`an, deteyên komploya hêzên emnî yên Sûriyê vegot. Ew komploya ku di encamê de bi dehan Kurd bûn qurbanî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku ew di bersivdayîna hemû êrişan de pişta xwe didin xwe û hêza xwe ji gelê xwe digrin. Her wiha baweriya xwe bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û girêdanên pêkhateyên Minbicê re anî ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Minbicê spasiya kar û xebata Rêveberiya Sivîl a Demoratîk ku di nava 3 salan de pêşkêşî gel kiriye, kirin. Di heman demê de pêşniyarên xwe der barê kar û xebatê pêşerojê de anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê yên ku neçar mane ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê koçber bibin û li kantona Şehbayê bicih bibin gotin: “Piştî bûyera şewatê ya li Îmraliyê, zanîn rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan têrê nake. Em azadiya wî dixwazin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûpelên girêdayî istixbarata Tirkiyê yên toreya civakî nûçeyên girêdayî revandina kesên ku bi istixbarata Tirkiyê re kar dikin, belav dikin. Bi vê yekê armanc dikin ku karê wan ê “ajantiyê-sîxuriyê” veşêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Tevî girtin û zexta hêzên ewlekariyê yên dewleta Sûriyê, bi sed hezaran Kurd ji serhildana 2004`an  a ji bajarê Qmişlo heta paytexta Sûriyê Şamê rabûn serhildanê. Ew serhildana gel bû çirûska yekê ya buhara gelan û bingeha destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakurê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Lêkolînerê American Project Institute for Public Policy Research (AEI) û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin girêdayî stratejiya Amerîka di Sûriyê de Michael Rubin got: “Ne pêkane ku serkeftinek li dijî terorê hebe, madem Erdogan berpirsê Tirkiyê ye. Di vê dawiyê de  Rûsyayê xiyanet li Tirkiyê kir û ne ji berjewendiyên Amerîkayê ye ku bibe beşek ji tevliheviya Erdogan.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Têkildarî binkeftina avakirina hikûmeta nû ya Iraqê şîrovekirê siyasî Elaa El-Xetîb got: "Mihemed Elawî bi xurtî li pêşberî berjewendî û gotayê rû bi rû ma, ji ber vê yekê Kurd, beşek Suna û beşek Şîra li ser binkeftina wî li hev kirin. (BI WÊNE).

JIN

- Koçbera ji Idlibê Mêrvet Umer Dekuş berê xwe da Weqfa Jina Azad û wan daxwaza wê anî cih. Derfetek kar jê re peyda kir. Mêrvet bang li tevahiya jinan dike ku serdana Weqfa Jina Sûriyê bikin ji ber ku piştgira rastîn a jinan li Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê şaxê Hesekê der barê Serhildana 12‘ê Adarê  de panelekê li dar dixe, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî ku Rêveberiya Kampa Newroz a li herêma Dêrikê dibistan di nav kampê de amade kir, zêdetirî 100 xwendekarên ku neçar mane ji Serêkaniyê koçber bibin, berê xwe dan dibistanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA