ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê derbarê şandina çeteyên Sûriyê ji bo Lîbyayê, girtina zarokekî  ji Efrînê û çandina wê  ji bo Lîbyayê daxuyaniyekê li kampa Serdemê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Ebdulrezaq Mihemed bang li hikumeta başûrê Kurdistanê kir ku li gorî daxwazên gelê Kurd kar bikin û got: “Dagirkeriya Tirk ji ber tirsa ji yekîtiya Kurdan bûyerên Zînî Wertê afirandin. Lewra hewl dide parçebûnek din di navbera Kurdan de çêbike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê hêvî dikin ku hêzên siyasî yên Kurdî bibin yek û bighêjin çareseriyeke ku dawî li parçebûna di navbera partiyên siyasî yên Kurdî de bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevpeymana serdemê bi çêja Amerîka-Rûsya carek din kaxizan li qada Sûriyê lihev dixîne. Ji civîna emnî ya sêaliyan (Rûsya-Amerîka-Îsraîlê) ve li Qudisê destpê kir û di daxuyaniyên James Jeffrey ên dawîn de diyar bûn. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Piştî 3 gerên hilbijartinên nediyar, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi serokatiya partiya "Lavan Alkol", Benny Gantz re ji bo avakirina hikûmeteke hevpar hate erkdarkirin. Gelo dê hikûmeta hevpar dewam bike? Bandora wê li ser Fîlîstîniyan çi ye? (BI WÊNE).

JIN

- Leyla Qasim bi têkoşîna xwe ya li hemberî dîktatoriyê cesaret û wêrekiya jinên Kurd nîşan da û bi şehadeta xwe bû sembola jinên azad a ku koletî û zilmê qebûl nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lîna Berekat got: “Çanda tundiya malbatî li Sûriyê û cîhanê bi awayekî mezin belav bûye.” Lîna bang kir ku dozên jinê di cîhanê de carek din di ber çavan re werin derbaskirin da ku rê li pêşiya tundiyê were girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberî û dorpêça li ser kantona Şehbayê hatiye ferzkirin barên koçberên Efrînê giran dikin. Buhabûna kelûpelan û topbarana artêşa Tirk a dagirker a domdar li dijî herêmê jî ew bar zêde kirine. Koçber dibêjin rêxistinên navdewletî û hikumeta Sûriyê berpirsên rewşê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Projeya baxçeyên sergirtî ya li Girkê Legê heftane derdora 5 ton zebze derdixe bazaran, bi vê re pêwîstiya şêniyan derdixe û derfetên kar peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi dehan malbatên Idlibî îsal di mercên cûda de pêşwaziya meha Remezanê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA