ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Serçeteyekî şaneya istixbarata rejîma Sûriyê, têkiliyên istixbarata rejîmê di bûyerên qetilkirina rûspiyên êlên Ereb û hedefkirina saziyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û êlên eşîrên Minbicê bang li tevahî eşîran kir ku li dijî hewldanên derxistina fitne û têkbirina ewlehiya herêmê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê bang li şêniyan kir ku birayrên Desteya Tenduristiyê û Şaneya Aloziyê yên ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê pêk bînin û ji bo derbaskirina vê aloziyê bi komîn û meclisan re hevkar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên li kantona Şehbayê gotin: "Gelê Kurd di qonaxeke nazik re derbas dibe. Lewra divê partiyên siyasî yên kurdî bo pêkanîna yekitiya netewî destek bin û rê li pêş çavnebariyên derve bigirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpiserê berê yê Pentegonê Michael Rubin ji DYA û Ewropayê xweset ku li ser destekdayîn komên terorîst ên li Sûriyê, hesab ji Tirkiyê bixwazin. Her wiha xemgîniya xwe têkildarî bêdengiya Ewropa, serokê Amerîkayê Donald Trump û berpirsê doza Sûriyê James Jeffrey li hemberî kiryarên dewleta Tirk, nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Nivîskarê rojname û lêkolînerê siyasî yê lubnanî Fadî Akom piştrast kir ku li ser paşxaneya teqîna perava Beyrûtê, Lubnan li hember du rêyan e, her wiha îşaret pê kir dibe ku di dema bê de nakokiyên siyasî yên mezin rû bidin û hişyarî ji derfetgirtina tirkî-qeterî li ser rewşên mirovî, siyasî û civakî de da. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Dewleta Tirk bi serkêşiya partiya AKP`ê gelê Kurd wekî xeteriyekê li ser projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê, dihesibînin. Çavdêr dibînin ku armanca êrişên domdar ên li dijî herêma Heftanînê, têkbirina projeya neteweya demokratîk û bidestxistina berhemên jîngehê yên Kurdistanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Koçbereke Girê Spî da zanîn ku li herêmên dagirkirî ewlehî û aramî tune ye û jiyan wekî dojehê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA