ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12. 11. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina hevdîtina Erdogan a bi Trump re meşekê lidar dixin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser bang li UNESCO‘yê kir ji bo parastina deverên dîrokê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de bi lez bikeve tevgerê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwediyên dûkanên bazirganiyê destnîşan kirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojihilatê Sûriyê, wan kelûpel Tirkî baykot kirine . Bazirganekî got:`` Eger naçar bibim ez ê dûkana xwe digrim û nema kelûpelên Tirkî dikirim û difroşim.`` (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêleke nû ya koçberiyê dest pê kir. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî piştî ku êrîşan dest pê kir, ji Serêkaniyê û Girê Spî 180 hezar kes neçar man koç bikin. (BI WÊNE).

BERXWEDANA RÛMETÊ

-Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad diyar kir ku pêkhateyên herêmên rê nadin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra komkujiyên xwe dûbare bikin. Xabûr Akad got, ew ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê komên çeteyan û terorsîtên ku bi pêkanîna sûcên şer û bi karanîna çekên qedexekirî li herêmên Sûriyê yên cuda têne tewanbarkirin bi kar tîne. Di nav de çeteyên Artêşa Islamî yên ku li xwe mikur hatine ku di êrişa li ser Şêxmeqsûd de sala 2016`an de çekên qedexekirî bi kar anîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-‘‘Êrişî me kirin, dunya li serê me hilweşand, biçûk berî mezinan qetil kirin û me dan koçberkirin. Lê ev axa bav û kalan ne, kesek nikare dîroka me înkar bike." Bi van gotinan jina temenmezin Zimurude ya ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de koçber bûye, rewşa xwe diwesfîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA