ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Serêkaniyê ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îmad Seîd sersaxiyê dixwazin. Konê sersaxiyê li gundê Um El-Uşib tê vedan, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê bi armanca şermezarkirina lêkirina dîwarê dagirikeriya Tirkiyê li derdora Efrînê meşekê li dar dixe, meş ji ber çerxerêya Jina Azad destpê dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi wesîleya 15‘ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk pêşengeheke kardestiyên xwendekaran vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di dîmenekî de ku hatiye bidestxistin şêniyek ku gundê wî ser sînorê Tirkiyê ye qala binpêkirinên li ser sînor li dijî sivîlan ji hêzên dagirker ve dike û dibêje ku leşkerên Tirk bavî wî kuştin, dema di nava zeviyên xwe de kar dikir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên bajarê Minbicê yên ku beşdarî "Komxebatên Eşîrên Sûriyê" bibûn, gotin, di komxebatê de banga yekitiya xaka Sûriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya danûstandinên navxweyî hate kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek ji şêniyên Dêrikê bêdengiya civaka navdewletî li hemberî rewşa çalakgerên grevên birçîbûnê wekî berdewama kompoya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nav kirin û gotin, berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bûye sembola berxwedana di sedsala 21 de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Girêdayî gurkirina Rûsya şer li herêmên bêçek analîzên cûda derketin. Hinek dibînin ku ev şer di çarçoveya lihevkirineke veşartî de bi Tirkiyê re ku bakurê Helebê beramberî başûrê Idlibê ye, hinek din jî dibînin ku ew di encama nakokiyek cidî di navbera her du aliyan de piştî têkçûna toreya Astanayê. Ji aliyekî din ve Washington balafirên xwe li Rojhilata Navîn kom dike. Ji ber wê wekîl anjî hevkarên Îranê li Iraq û Yemenê hinekî aram bûn. Her wiha muxelefeta Tirkiyê hewl dide carek din partiya AKP`ê têk bibe. (BI WÊNE).

JIN

-Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê li kampa Serdem a Şehbayê merasîmê bîranîna hozan Mizgîn li dar dixe, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê di roja 8‘an de bi dawî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne destnîşan kirin ku greva birçîbûnê ya  bi pêşnegiya Leyla Guven çar parçeyên Kurdistanê kir yek û sînor û dûrahiyan şikand. Jinan gotin, girêdana wan bi fikrê Ocalan re ji berê bêtir bi hêztir bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kargeha Çardemsal "Fisûl El-Erba" a girêdayî Komîteya Aboriya Jinan a Kantona Hesekê rolek girîng di pêşxistina asta jinê de ji aliyê aborî ve dilîze. Kargeh tevahiya cureyên mûnê hildiberîne û li sûkên bajêr belav dike. Karkerên jin ên kargehê dibînin ku kargehê giyanê jiyana hevpar temîsl dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Girê Spî, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lêkirina dîwarê qutkirinê li Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê meşekê li dar dixe, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi tevlêbûna 24 şêwekarên Sûriyeyê di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a bajarokê Cezrat ê Dêrazorê selexaneyekê li gundê Cezra Bû Hemîd vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şîtilgeha Roj a Dêrikê di warê hilberîna şîtilgehên daran de tecrubeyek pêşeng e. Şîtilgeh ji zêdetirî 30 hezar daran pêk tê. Berpirsên şîtilgehê hewl didin pêwîstiya herêmê ji şînkahiyê, hawîrdorek pak û cureyên darên berhemdar ên kêm peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA