ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Hikmet Hebîb îşaret bi girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî û xebata li gorî pêşbîniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û da zanîn ku kilîta çareseriyê li gel Ocalan e û dikare aştiyê li herêmê bi rê ve bibe.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê got hikumeta Başûrê Kurdistanê bi rêya bêdengiya xwe li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji siyaseta dewleta dagirker re nîşan dide. Şêniyan ji partiyên siyasî xwest ku yekbûna refa kurdî çêkin ku ew tekane rêya sekinandina êrîşan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê got, binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê dighêjin asta sûcên şer. Her wiha banga avakirina dadgeha cezayê ya navdewletî ji bo darizandina dagirkeran kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê – Buroya Hesekê semînerekê bi navnîşana "Rêvebirin û Rêxistin" li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr dide, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hilberîna herêmî nirxa sebzeyan di nav sûkên Reqayê de bi rêjeyên balkêş kêm kir, tevî pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û geşpêdana aborî bi rêya derxistina sebzeyan ji hilberîna herêmî ji derverên cîran re. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser a kantonên Efrîn û Şehbayê pêdiviyên havînê û dermanên ku şêniyan ji germahiya havînê û nexweşiyên wê biparêze, pêşkêş kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li bajar û gundewarê Reqayê heta niha zêdeyî 28 hezar donim zeviyên genim û ceh şewitîn. Gerînendeya Çandiniyê ji bo rewşên awarte tîmên vemirandina agir li her cihê bi cih kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Kobanê xebatên sererastkirina rêyên bajarê Kobanê û gundewarê wê didomîne. Şaredariyê hindek projeyên xwe bi dawî kirine û xebatên projeyên din didomîne jê ya herî girîng sererastkirina rêya ku Kobanê digihîne bajarokê Şiyûx. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA