ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji hikûmên Iraq û Başûrê Kurdistanê xwestin ku li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê helwesta xwe diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Gerînendeya Şûnwaran Hemîd Nasir anî ziman ku deverên dîrokî yên kantona Efrînê hatin rûxandin û dizîn û got, divê komîteyek ji bo belgekirina ziyanên gihiştine şûnwaran were avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Siyasetmedar Şêxmûs Mûsa anî ziman ku doza dadgehkirina çeteyên DAIŞ‘ê dozeke navdewletî ye û banga avakirina dadgeheke navdewletî bi çavdêriya civaka navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedaran, gotion hikûmên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji berdewama êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Başûr ku beşek ji Iraqê ye berpirsyar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Navenda Lêkolînên Jinelojî ya herêma Minicê , di gavekê de ji bo afirandina rêbazek jiyana hevpar di navbera jinan de û bilindkirina asta fikrî, yekemîn dereya perwerdeyê ya girtî ya havînê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).CIWAN

-Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk kongreya xwe ya yekemîn li ser asta Sûriyê li navenda Çand û Hunerê ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê li dar dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel li kampa Serdemê ya li kantona Şehbayê parkekê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA