ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Dêrikê û navçeyên girêdayî wê cenazeyê şehîd Ismaîl Yûsif ê ku dema li ser erka xwe bû şehîd bûye li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Meleyê mizgefta El-Hec Sultan ê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, Heysem Xelîl bang li tevahiya dewletên Îslamî kir ku li dijî zulma dewleta Tirk  bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Endama koordînasyona Kongreya Star a kantona Qamişlo tekez kir ku hemleya ku Kongreya Star bi dirûşmeya ‘Ax û rûmeta xwe ji dagirkerî û DAIŞ`ê biparêzin’ ragihandiye, dê çalakiyên wê di 17`ê Tebaxê de li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Xelîl Abdullah cotkarekî ji Tirbespiyê ye. Zeviyên wî li ser sînorên herêmê bi Tirkiyê re ne. Lê ji 4 salan ve derbasî nav zeviyên xwe nebûye. Abdullah bi hêrs got: "Leşkerên artêşa Tirk a dagirker nehiştin ez nîvê erdê xwe bajom. Niha jî nahêlin ez nêzî nîviya din bibim." .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rewşên nexweşiya leşmanya di navçeya Til Hemîs û gundewarê wê ya herêma Cizîrê de di encama kedên Desteya Tenduristiyê, Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan û Komîteyên Tenduristiyê yên mecilsan de kêm bûne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ruxmî derfetên kêm Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA


Mijarên Din