ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Oldarên li Reqayê diyar kir dewleta Tirk hestê olî yê ciwanan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û gotin : "Divê ciwan nekevin xefka diruşmên olî. Ji ber ku dê piştre xwe di nava şerên ku tu girêdana wan tê de tune ye de bibînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser , ji bo pêşxistina qada perwedeyê di nava tevgerê de ye û bi rêya rêbazên nirxandina reftarî û civakî û bi alîkariya malbatê hewl dide xwendekarekî/ê durist ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berpirsên kampa Holê diyar kirin ku di nava 3 rojan de 8 bûyerên kuştinê li kampê rû dane û destnîşan kir ku kesên iraqî û sûrî yên ji bajarokê Baxozê û li kampê bi cih bûne  "Wîlaya" ava kirine û girêdana wan bi derve re hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a navçeya Şedadê, bi boneya salvegera damezirandina kongreyê civînekê li navenda Kongreya Star a Şedadê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Serokatî ya MSD’ê Xelîl Ebdo destnîşan kir kiryarên hikumeta Şamê û lihevkirinên wê yên bi dewleta Tirk re yên li dijî Rêveberiya Xweser bi ser nakevin. Xelîl Ebod got ku têgihiştina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tevahî komployan bi bin bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

Lêkolînerê misirî Cemal Raif got, serketina lihevanîna Ula girêdayî cidiyeta Qeterê ya nedestwerdana li kar û barên dewletên ereb, nepiştgiriya terorê û dûrketina ji dewleta Tirk û Îranê ye. (BI WÊNE).

CIWAN

-Li Qamişlo û Hesekê çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên xwedîderketina li berxwedana girtiyên di zindanên dewleta Tirk de û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Ciwanên PYD'ê civîna xwe ya salane li avahiya Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Parêzer Îsmet Îbrahîm diyar kir binpêkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şûnwaran, li gorî qanûnên naveteweyî sûcên şer in û destnîşan kir ku divê sûcdar werin muhasebekirin(BI WÊNE Û DÎMEN)..

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Navçeya Deşîna soza çareserkirina tevahî pirsgirêkan, di nav de pirsgirêkên av û nan, da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber derengiya barîna baranê, gelek şêniyên gundên herêma Alya ya Girkê Legê, ayînên civakî yên kevin ên bi daxwaza baran û xêrê pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidî bi gelek ayînan cejnên pîroz dikin, lê kesek tam wateya van ayîn û cejnan nizanin. Cejna Batizmî anku Batizmî ya Pîrê Alî yek ji cejnên xwedî ayînên taybet e ku 7 rojan didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku hevgirtina pêkhateyan mîsogeriya têkbirina dagirkeran e û gotin, pêwîste sîstema Rêveberiya Xweser li gelemperiya Sûriyê were pêkanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA