ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê kongreya xwe ya yekemîn "Meclisa Firatê" li navçeya Sirînê ya kantona Kobanê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustafa diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrûsê (covid-19) wan hemû tedbîrên pêwîst wekî zêdekirina çavdêriya li nuqteyên tenduristiyê yên li dergehên sînorî û çêkirina testan ji kesên berê xwe didin herêmê re, girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêwirmendê qanûnî yê Rêveberiya Xweser Enwer Muşrif piştrast kir ku biryara  derbaskirina alîkariyan di deriye  Bab El-Hewa re, sûcên Tirkiyê rewa dike û rê dide pêkanîna sûcên şer li Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê gotin: “Armanca artêşa Tirk ji komkujiyan ew e ku li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta tikirinê bide meşandin. Rûsyayê şewqa kesek daye Tirkiyê, lewma êrişî  xaka Sûriyê dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Şerê ku ev zêdeyî 6 sal in li Yemenê rû dide bi hemû germaniya xwe berdewam dike. Metirsiyên mezin ji destwerdanên Tirkiyê yên muhtemel hene. Li rex vê siyasetmedar û rojnamegerên girêdayî koma Îxwan li Yemenê propagandaya wê dikin, eşkere û zelel xwestin ku Tirkiye destwerdanê li Yemenê bike. (BI WÊNE).

JIN

- Endamên Yekitiya Jinên Ciwan diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide vîna jinan bişkîne û wiha gotin: “Di çarçoveya parastina rewa de pêwîstiya vê qonaxê bi xwebirêxistinê heye. Ji ber vê yekê em ê çalakiyên xwe bidomînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Helbestvan Beşîr Mela Newaf diyar kir ku helbesta kurdî gotinên azarên gel, nîşandana aliyên mirovî û wijdanî li gel rewşa jiyanê ye. Li aliyekî din jî nivîskar Abdulbaqî Mihemed got ku wêjeya kurdî hîn di pêvajoya welidînê de ye û li alavên xwe digere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Bi piştevaniya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yekemîn kampa havînê ya ciwanan vekir. Kamp ji bo afirandina rêbaza jiyana hevbeş û geşkirina behreyên ciwanan ên çand û hunerî hat vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji 4 salan ve şêniyên taxên Qidûr Beg û Zeytûniyê yên Qamişlo, pirsgirêka qutbûna avê dijîn. Hin beşên her du taxên navborî jî ji beriya 8 salan ve ji ber vê pirsgirêkê azaran dikişînin. Tevî ku şêniyan giliyên xwe pêşkêşî aliyên têkildar kirin jî, lê heta niha derbarê çareseriyan de tu daxuyanî nedane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA