​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-3-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê sersaxî ji malbata Şehîd Zinar Amed re li gundê Babnisê yê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dixwazin saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreyek ji şêniyên rojhilatê gundewarê Babê yê rizgarkirî re lidar dixe ji bo ku meclisa partiyê ya herêmê hilbijêre saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Fermandarê Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan diyar kir ku ruxmî êriş û hedefgirtina nuqteyên leşkerên rejîma Sûriyê û Rûsyayê tu bersiv ji aliyê wan hêzan ve ji êrişan re nayê dayîn û got:“Leşkerên dewleta Tirk li gundê Hoşan ku li ser rêya M4 e, baregehên xwe çêkirine û dema sivîl derbas dibin, wan gulebaran dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Berpirsê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê teqez kir ku partiyê 26 kongre li navçeyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xistine. Her wiha diyar kir ku pêvajoya bê, pêvajoya lidarxistina kongreyên şaxî yên parêzgehan e. berpirsê partiyê nêzbûna lidarxistina kongreyê destnîşan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Şêx êla El-Ibêdat a Dêrazorê teqez kir ku êlên Ereb destwerdana Tirkiyê red dikin û destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî dûrî destwerdanên derve pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Ehmed Xoce got pêkhanîna yekrêziya Kurd ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û ne navendî armanca partiyê ya sereke ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê meclisa Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê Şêx Ehmed Hemo got: “Gelê Sûriyê û raya giştî ketina ferqê ku Tirkiyê dewletek dagirker e. Her wiha teqez kir ku pêwîste kar were meşandin ji bo ku Tirkiyê ji Sûriyê were derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ezîz Elî got Tirkiyê di aloziyek mezin re derbas dibe. Dema wisa dibe jî destûr dide pêkanîna hevdîtinan bi Rêber Abdullah Ocalan re û got: “Ji ber ku baş dizane Rêber Ocalan hêza çareseriya tevahiya aloziyan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Hinek koçber dibêjin dagirkerî gundên tijî sivîl rojane dikin hedef û êdî rewş nayê tehemulkirin. Sedema sereke ya hebûna wan di nav kampan de dagirkerî ye û hêvî dikin ku di demek zû de vegerin warên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kooperatîfên çandiniyê yên taybet bi jinê li bajarên herêma Cizîrê hewl didin, bi jinan re eleqedar bin da ku rola wê ji aliyê aborî ve xurt bikin û qutek zêde jê re peyda bikin ji bo ku rola jinê di geşpêdana aborî bi hêz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji salên notî ve didrû û tê de bûye pirspor. Hewl da çanda Kurdan biparêze. Wehîde Mihemed tevî ku gelek caran koçber bûye, lê hîna didrû û jinên ciwan fêrî dirûna cila jina efrînê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Komek nivîskar û rewşenbîr kongreyek çapemenî ji bo ragihandina avakirina komîteya amadekar a civîna giştî ya ronakbîrên Rojava li Parka Xwendinê li bajarê Qamişlo lidar dixe saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA