ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê.

-Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo piştevaniya berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê meşekê li dar dixin. Meş ji çerxereya 4‘ê Nîsanê dest pê dike, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku Ocalan ji bo azadiya gelan û pêkanîna jiyana hevbeş tê dikoşe û gotin, bi saya ramanê Ocalan wan rastiya jinê nas kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Êrîşên li ser Efrînê û binpêkirinên ku li wir têne kirin, di dîrokê de hovîntirîn sûcên şer in. Nemaze zêdeyî 30 rêxistinên Îslamî, selefî û netewperest ên ku di lîsteya terorê ya cîhanê de hatine rêzkirin bi hemû hêz û enerjiya xwe êrîşî gelê sivîl dikin. Hemû ol û baweriyên herêmê ji sûcên şer bê par neman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed El-Sultan (Ebû Erac) rewşa Tirkiyê ya li Sûriyê nirxand û got: “Tirkiye di rewşek zehmet û şermok de ye. Tirkiye niha di navberan du bijêrkên tehl, pergala S400 a Rûsî û balafirên F35’ên Amerîkayê de ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îdiayên li ser lihevkirinên wê bi hikûmeta Iraqê de piştrast dike. Li Efrîn û gundewarên wê çalakiyên li dijî hêzên dagirker didomin. Her wiha li Şedadê û Reqayê êrîşên xwekujî pêk hatin. (BI WÊNE).

JIN

-Desteya Jin û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî şideta li ser jinan bi hevkariya Meclisa Edadletê, li dijî qetilkirina jinan meşekê li dar dixin. Meş ji çerxereêya Sînalkoyê dest pê dike, saet 10:00. Bi heman armancê li navçeya Zerganê jî meşek tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiya Kongreya Star a Kantona Efrînê di roja xwe ya çaremîn de bi tevlîbûna jinên kampa Serdem û Efrînê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Rêxistina Jin a PYD‘ê ya şaxê Helebê ji bo nirxandina geşedanên siyasî civînekê li Hola Efrînê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên ku ferdên malbatên wan di girtîgehên dewleta Tirk di grevên birçîbûnê de ne diyar kirin ku ew berxwedana xwe ji hêza wan digirin û dê heta rakirina tecrîdê tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-4 welatiyên Efrînê ku bi mûzîk û stranan ve eleqedar dibin komek bi navê "Berxwedana Serdemê" ava kirin û hestên xwe bi stranan rave dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li gundewarên Reqayê komîteyên çandiniyê yên meclisên bajarokên Hemrat û Keramayê sîstem û du pombên avê nû kir. Dê ev proje avê bigihîne zêdeyî 7 hezar donim zevî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Şaredariyan a Kantona Kobanê Şêx Ehmed Mihemed sedema derengmayîna pêkanîna projeyên xizmetguzariyê li bajar û gundewarên Kobanê spartin kêmbûna alavan û diyar kir ku ew hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Reqayê ji bo paqijî û tenduristiya xwarinê hemû kargehên xwarinê di bin çavdêriya Buroya Pîşesazî ya Meclisa Sivîl a Reqayê re derbas dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA