ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê piştî ku nexweşxaneya Wetanî ya giştî li bajarê Reqayê sererast kir, bi merasîmekê  vedike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle nasnameya 4 şervanên ku di Berxwedana Serdemê de li dijî dagirkeriya Tirk li Efrînê şehîd bûne eşkere dike saet 9:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Tirbespiyê ya herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ji nakokiyên ku niha li herêmê rû didin sûdê wergire da ku Mîsakî Millî ji nû ve zindî bike û îro Erdogan dixwaze senaryoya Lîwa Îskenderon dubare bike û Efrînê tev li nava axa Tirkiyê bike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê tekez kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî ku hevdîtin pê re çêbû, hê jî berdewam e. Li aliyekî din jî greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevrêyên wê ji cîhanê re hêz û vîna gelê Kurd nîşan da.(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ferhad Hemo destnîşan kir ku bûyerên li Idlib û Hemayê rû didin encamêm Astana 12 in û got, lihevkirinên dualî aloziya Sûriyê çareser nakin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Ibrahîm Şêxo got, eger Tirkiyê lêkirina dîwarê parçekirinê bidomîne dê bibe sedema kerastek mirovî. Şêxo bang li Rejîma Sûriyê û civaka navdewletî kir ku li hember binpêkirinên Tirkiyê der heqê xaka Sûriyê de bêdeng nemînin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Sempozyuma Rojava ya hunera Şêwekariyê ku 24 şêwekar tevlê bûne di roja 3‘yemîn de dewam dike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star ji bo piştgiriya dayikên çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê de meşek navendî li bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di bin konê çalakiya ku tevahiya pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd kom kiriye de, carek din daxwazên şêniyan bi daxwazên çalakgerên greva biçîbûnê re bûn yek. 8 roj derbas bû û qirkên şêniyan bi sloganên ku civaka navdewletî û rêxistinên mirovî şermezar dikin berz kirin. Şêniyan tekez kirin ku berxwedan rêya tekane ya serkeftinê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kargeha Çardemsal a girêdayî Komîteya Aboriya Jinan a Kantona Hesekê roleke girîng di pêşxistina asta jinan de ji aliyê aborî ve dilîze. Kargeh tevahiya cureyên mûnê hildiberîne û di nav sûkên bajêr de belav dike. Karkerên jin ên kargehê dibînin ku ew bi rêya kargehê giyanê biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Çalakiya konvedanê ciwanên Tebqayê ya ji bo şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê bi dawî dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a Girê Spî ji bo çareserkirina pirsgirêkên taxa El-Leyl dest bi gelek projeyan kiriye.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA