ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Şehbayê daxuyaniyek ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser kantona Şehbayê bi taybet Til Rifetê li ber Navenda Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê dide saet 12:00`an.(BIWÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk di dibistanên Şehbayê de şahiyên belavkirina karnameyên xwendekarên astên seretayî û navîn organize dike.(BIWÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Til Koçer ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên başûrê Kurdistanê û binpêkirinên dagirkeriyê li der Efrînê dê bimeşin. Saet 10:00`an.(BIWÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê nasnameya 12 şehîd ên şervanên HPG`ê yên ku di demên cuda de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne eşkere dike. Dê merasima sersaxiyê were li darxistin.  saet 10:00`an.(BIWÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê derbarê dûbarekirina sînaryoya Efrînê li Başûrê Kurdistanê hişyarî dan û bang li gelê Kurd kirin ku li hember siyasetên dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya xwe ava bikin.(BIWÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan ên herêma Serêkaniyê darizandina çeteyên DAIŞ`ê ji dervayî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û gotin: “Li cem şêniyên herêmê belgehên komkujiyên wan û binpêkirinên ku li ser gelên herêmê dane meşandin, hene. Malbatan got, darizandina wan li Iraqê ji bo tesfiyakirina wan bêyî darizandinê.(BIWÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan got ku Tirkiye hewl dide bi rêya herêma “ewle” serweriya xwe li xaka Sûriyê berfireh bike û projeya Netewa Demokratîk û rêveberiyên xweser vala derxe.(BIWÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedar Umer Cafer hebûna rola Tirkiyê di herêma “ewle” de red kir û got: “Herêma “ewle” li Idlibê bû sedema wêranbûna herêmê.  Eger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî herêma “ewle” di bin çavdêriya Tirkiyê de were avakirin, dê heman tişt li vê herêmê jî rû bidin.” (BIWÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Evîn Siwet diyar kir ku yekîtiya jinan a ku aliyê rûhî, xebatên hevbeşî de hatiye avakirin êdî rengekî rêxistinî û fermî yê wê çêdibe û got: “Piştî têkbirina DAIŞ’ê pêvajoyek nû destpê kir. Meclîsa jinan encama pêvajoya nû ye.” (BIWÊNE Û DÎMEN)

- Hêzên Ewlehiya Hundirîn-Jin a Dêrazorê rolek di rûniştandina ewlehiya herêmê û parastina şêniyan bi taybet jinan ji êrîşên ku rastî wan tên dilîzin.(BIWÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Îro li bajarê Kobanê çalakiyên roja yekemîn a Pêşengeha Pirtûk li ser asta herêma Firatê bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê li hola Firatê destpê dike saet 10:00`an.(BIWÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên gundên Şêrawayê yên nêzî herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, jiyana xwe li gorî mercên topbaranê organize dikin. Şênî tekez dikin ku ew terka malên xwe nakin.(BIWÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a Reqayê projeyên xwe yên xizmetguzarî ku bi dirûşmeya ‘Mil bi mil em welêt ava bikin’ didomîne.(BIWÊNE Û DÎMEN)

ANHA