ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

POLÎTÎKA

-Rojnameger Ergun Babah diyar kir ku Putîn, li hemberî pratîkên Tirkiyê yên li Idlibê niha bêdenge û got ku piştî girtina S-400’an welatên Rojava Tirkiyê wekî ajanê Rûsan bibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Ebas, diyar kir ku divê hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê sînorekî ji êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê re deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Efrîn nasnameya xwînê û ezmûna jiyanê ye" mîhrecana 6‘an li avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yek ji jinên ku çanda tiba xwezayî ya ji dapîra xwe girtiye, Fatima Mecîd (54) e. Fatima diyar kir ku gelek kes hene ku tiba xwezayî ji ya nûjen baştir dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Serokê Yekîtiya Cotkar û Sewaldariyê yê Şedadê Mihemed El-Cuma ji ber belavbûna nexweşiya jehrî di demên dawî de, ji aliyên peywendîdar xwest ku alîkariya kesên sewalan xwedî dikin, bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demên dawî de hin xetên kehrebê di stasyonên Bendava Tişrînê de derketin û bê istiqrarbûn di kehrebê de çêdike, ku amûrên kehrebê yên malan dişewitin, dibe sedem ku welatî zirarê bibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber bilindbûna pleya germahiyê ya di van salên dawî de carek din qamiş şîn dibin. Şênî qamişan di gelek pêwîstiyên jiyanê de bikar tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA