ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Ji ber rewşa hawayî û pêka serm û berfê şandeyek ji Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê û Yekitiya Bijîşkan serdana kompa Waşûkanî dike û alîkariyê pêşkêşî koçberan dike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê daxuyaniyekê li kampa Berxwedan dide, saet 11:00‘an. Bi heman armancê Forma Heleb a Çandî li ber avahiya TEV-DEM‘ê ya li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyê dide, saet 13:30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meclisa bajarokê Topiz a navçeya Amûdê konê greva birçîbûnê vedide, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê berxwedana dîrokî ya 2016`an a şênî û şervanan li dijî çeteyên artêşa Tirk bi bîr anîn û gotin: “Berxwedana Şêxmeqsûdê palanên çeteyan vala derxist. Berxwedana me berxwedanek dîrokî bû.” .(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şerê bi wekîlan ê li Sûriyê dirêj kir û gihaşt hevalbendên pêwîstiyê (Rûsya-Tirkiyê û Îranê). Hewldanên paşdexistina nakokiyan û hevjiyana bizorê veguherîn şerek sar. Lê pêşketina bûyeran, asta lewazbûna helwesta Tirkiyê diyar kir. Tirkiyê hevalbendê xwe yê pêwîstiyê winda kir. Gelo bûyerên ku di navbera wan rû didin bi ku ve diçin?   (BI WÊNE Û DÎMEN).

Siyasetmendar Şêxmus Cuma got: “Herêma Rojhilata Navîn ji ber mudexeleyên derve û siyasetên kapîtalîzmê bûye gogek ji agir. Her dewletek hewl dide hegemoniya xwe dûrî vîn û berjewendiyên gelên herêmê pêk bîne. Rêgeza neteweya demokratîk rêya tekane ya rûniştandina aştiya herdem li Rojhilata Navîn e.".(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êla Şemer a Ereb yên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo gotin: "Eşîrên Ereb, Kurd û şêniyên herêmê yek in. Bi fikirê Rêber Ocalan û pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk dikarin komployan têk bibin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Bi kedên jinê kargeha Roj rojane 2 ton çips hildiberîne. Ev miqtar beşek ji pêwîstiyên bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda dike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star, li bajarê Helebê rêzecivînên pênasîna komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan lidar dixe. Kongreyê bang li jinan kir ku têkoşîna di oxira rizgarkirina Rêbertî de berfirehtir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Mişrif got: “Rewşa li Idlibê bandorê li hemû herêmên Sûriyê dike. Rêveberiya Xweser jî koçberên ji Idlibê pêşwazî dike.” .(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji destpêka meha Şibatê ve cotkarên Minbicê dest bi danîna şitilên zebzeyên havînê kirin, ji wan; baçan, îsot, baçên reş, xirtik û xiyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komînên navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi awayekî kolektîv kolanên taxa xwe ronî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA