ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê kongreya xwe ya yekemîn a navçeya Til Hemîsê li navenda çandê li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên parêzer û hiqûqnas der barê "Rola jinên hiqûqnas di civakê de" de civînekê li navenda TEV-DEM‘ê ya bajarê Qamişlo li dar dixin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kurdên li taxa  Şêxmeqsûdê yên ku tev li xwepêşandanên sala 2004‘an ên li dijî hikûmeta Sûriyê bibûn, diyar kirin ku pêkhateyê Ereb ji bo parastina Kurdan malên xwe vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêya berxwedanê hilbijartin û di şerê li dijî dagirkeran de birîndar bûn. Lê ev li pêşiya domandina xeta berxwedanê nebû asteng. Dibêjin ku wan israra hevrên xwe yên şehîd girtine û dê têbikoşin heta armancên hevrêyên xwe bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Şoreşa Sûriyê pir dirêj nekir û veguherî aloziyeke bi girêk ku ev 9 sal in dewam dike. Di dirêjahiya van salan de hêzên herêmî û navdewletî destwerdana Sûriyê kirin û veguherandin qada şerên dijwar. Gelo di van salan de gelê Sûriyê çi jiyan kir? (BI WÊNE).

PORTRA

-Li Rojava qadên berxwedanê dişbihin hev mîna ku cêwiyan in. Berxwedana Şêxmeqûsdê, Efrînê, Kobanê û Serêkaniyê cêwiyên hev in. Yek ji lehengên şoreşê Rizgar Weqas jî cêwî tê dinê,  dema mezin dibe xeta têkoşînê hildibêjre ji taxa Şêxmeqûsdê bigire heta herêma Serêkaniyê li hemberî dagirkeran têdikoşe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Sena Ebas a ku ji ber êrişan ji warê xwe koçber bûye, li hemberî şert û mercên zehmet bi vîn û israra xwe komeke mûzîkê ava kir. Koçberî li pêşiya geşkirina behreya wê ya jenîna piyanoyê nebû kelem. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Ji ber erzanbûna nirxên kelûpelên wê û ji ber ku her tişt lê peyda dibin, sûkên gerok bûne meqseda şêniyên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA